Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê
Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê | |
|---|---|
| Damezrîner | |
| Malper | www |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Aktivîstên mafên mirovan ên Îranê (bi farisî: مجموعه فعالان حقوق بشر در ایران) rêxistineke bêqezenc û nehikûmî ye ku ji bo parastina mafên mirovan li Îranê dixebite û navenda rêxistinê li Fairfax, Vîrjînya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Rêxistin ji aliyê Keyvan Rafiee ve li Îranê hatiye damezrandin û ji toreke piçûk a xwebexşan ve berfireh bûye û bûye rêxistineke neqezenc a pirbeşî ku navenda rêxistinê li Washington D.C. yê ye û xwedî mezintirîn tora xwebexşên navxweyî ya hemî rêxistinên mafên mirovan ên Îranê ye. Rêxistin bi navê ajansa xwe ya nûçeyan, ajansa nûçeyan a çalakvanên mafên mirovan (an HRANA) jî tê zanîn.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yekem car rêxistin ji aliyê Keyvan Rafiee ve di sala 2006an de dema ku we li Îranê dijiya hatiye damezrandin. Piştî demek kurt Seyed Cemal Huseynî tevlî rêxistinê bûye ku ev koma nû tevî ku fînanse an binesaziya derveyî tune bû, bal kişand ser girtiyên siyasî û girtiyên wijdaniyên li Îranê.[1][2]
Di du salên xwe yên pêşîn de rêxistinê serdanên malbatan, kampanyayên hişyarkirina kolanan organîze kiriye û yekem broşûra xwe ya perwerdehiyê weşandiye ku xwe wekî rêxistinek ciwan û wekhevparêz bi daye naskirin ku pabendî wekhevî yê ye.[1][2]
Di navbera sala 2008 û destpêka sala 2010an de, başbûneke kurt di qada sivîl de rê da rêxistinê ku komîteyan li seranserê welat tomar bike ku yekem ajansa nûçeyan a mafên mirovan a bi zimanê farisî (HRANA) bide destpêkirin û zêdetirî 30 berpirsên giştî û 25 komîteyên pispor destnîşan bike.[3][4] Çalakiyan kombûnên "Mafê Perwerdehiyê" yên li seranserê Îranê ji bo xwendekarên Bahaî, kovara mehane ya Peace Mark û kampanyayek cîhanî ji bo rawestandina darvekirina mamosteyê kurd Ferzad Kemanger, di nav xwe de girtiye.[1][2]
Di sala 2009an de, HRA navenda lêkolînê û pirtûkxaneya HRA damezrandiye ku wekê şaxeke HRANAyê kar dike û wekê pirtûkxaneya dîjîtal a rêxistinê kar dike.[4]
Hilbijartinên serokatiyê ya sala 2009an ên li Îranê ku nakokî li ser van hilbijartinan hebû, hilweşînek aniye û di 1ê adara sala 2010an de, hêzên ewlehiyê bi kêmî ve 48 endamên HRA di serdegirtinên hemdemî de girtiye, dest danîn ser mal û milkên dîjîtal û "axavtinên" wan ku li ser televîzyonan hatine weşandin. Cezayên girtîgehê ku ji wan re hatibû birîn bi tevahî ji sed salî zêdetir bû.[5]
Piştî êrîşên sala 2010an endamên mayî yên rêxistinê ku piştî neçar mane ku ji Îranê birevin û li sirgûnê dijîn, HRAyê wekê saziyeke xêrxwaziyê ya 501(c)(3) ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê qeydkirî ji nû ve ava kiriye.
Rêxistina ji nû ve hatiye avakirin tekezî li ser teknolojiyê, lêkolîna li ser bingeha daneyan û parêzvaniya navneteweyî kiriye. Rêxistin tevlî hevpeymaniyên cîhanî yên girîng bûye ku di nav wan de hevpeymaniya cîhanê ya Li dijî Cezayê Mirinê, Civicus, rêxistina cîhanê ya Li dijî îşkenceyê û hevpeymaniya dadgeha cezayê navneteweyî heye.[6][7][8]
Rêxistinê delîl û raporên kurt pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê, Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê,[9] Parlamentoya Keyaniya Yekbûyî, Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî[10] û Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kiriye.[11][12]
Di sala 2010an de rêxistinê komîteya çarem a stûnan damezrandiye ku înîsiyatîfek bû ku ji bo hêsankirina danûstandina azad a agahiyan û pêşxistina înterneteke ewle û bêpere bi pêşkêşkirina karûbarên teknîkî yên wekê VPNê ji bikarhênerên îranî re kiriye. Paşê di sala 2010an de, rêxistinê navendeke statîstîk û belgeyan jî daye destpêkirin ku databasek e ku raporên bûyerên rojane ji bo analîza hejmarî arşîv dike.[13]
Di sala 2014an de raportorê taybet ê Neteweyên Yekbûyî, Javaid Rehman, HRA wekê yek ji sê rêxistinên mafên mirovan ên pêşeng ên Îranê bi nav kiriye.[14]
Prensîb û xaye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Armanca HRAyê ev e ku mafên mirovan ên navneteweyî yên li Îranê ku bi rêya eşkerekirina binpêkirinan û piştgiriya qurbaniyan pêş bixe û biparêze. Li gorî rêziknameya rêxistinê û daxuyaniyên giştî, ew vê erka xwe bi çar stratejiyên temamkar pêgirî dikin ev in:[15]
- Belgekirin - Berhevkirina belgeyên dozên li ser girtinên kêfî, îşkence, cudakarî û binpêkirinên din; raportên HRA ji hêla rêxistinên nehikûmî yên navneteweyî, pisporên NY û medyaya cîhanî ve bi rêkûpêk têne referans kirin.
- Piştgiriya qanûnî - Pêşkêşkirina nûnertiya qanûna ya bêpere, çavdêriya darizandinan û alîkariya malbatên girtiyên siyasî û qurbaniyên din.
- Parêzvaniya qanûnî û hesabpirsîn - Afirandina rêyên stratejîk ên ji bo hesabpirsînê bi rêya hevkariya bi çêkerên polîtîkayê, pisporên qanûnî û mekanîzmayên navneteweyî. Ev yek agahdarkirina biryarderan, pêşkêşkirina delîlan ji saziyên têkildar re û avakirina kampanyayên armanckirî ji bo pêşvebirina edaletê, astengkirina binpêkirinên pêşerojê û pêşvebirina reformên sîstemîk vedihewîne.
- Hevkarî - Ji bo berfirehkirina encam û xurtkirina bandorê xabata bi rêxistinên civaka sivîl ên navxweyî û navneteweyî, qanûndanêr û rojnamevanan re.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b c "An Inner View to the Human Rights Activists in Iran / Keyvan Rafiee - Founder and Director of Human Rights Activists in Iran". Human Right Activists In Iran (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ a b c "مجموعه فعالان حقوق بشر در ایران". بنیاد عبدالرحمن برومند (bi farisî). Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ "خبرگزاری هرانا". خبرگزاری هرانا (bi farisî). Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ a b "Divisions and Initiatives". Human Right Activists In Iran (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ "Iran busts US-linked internet spy gang". Hindustan Times (bi îngilîzî). 14 adar 2010. Roja gihiştinê 28 adar 2026.
- ^ "Human Rights Activists in Iran (HRAI)". WCADP (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Civil society's expectations for the Human Rights Council in 2022". www.civicus.org. Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Human Rights Activists in Iran (HRA) • SOS Defenders". sos-defenders.org. Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Iran". United States Department of State (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Human Rights Activists in Iran". Wikipedia (bi îngilîzî). 2 adar 2026.
- ^ "Document Viewer". docs.un.org. Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Document Viewer". docs.un.org. Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Divisions and Initiatives". Human Right Activists In Iran (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "Document Viewer". docs.un.org. Roja gihiştinê 29 adar 2026.
- ^ "About". Human Right Activists In Iran (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 28 adar 2026.