Alên Spî
Alên Spî | |
---|---|
ئاڵای سپی Alay Spî | |
![]() ![]() | |
Îdeolojî | Kurdayetî Kurdayetî Îslamî |
Rêber | Asî Qevalî Hîva Çor Xalid Moradî Ehmed Hukumê |
Alên Spî, (bi soranî: ئاڵاى سپى) ku bi navê Sufyanîyûn jî tê nasîn, komeke ku li pey Kurdayetî Îslamî ye. Ew li herêmên bi nakok li bakurê Iraqê li dijî hikûmeta Iraqê ne.
Îdeolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Alên Spî komeke kurd a neteweperest, îslamî û cudaxwaz e ku di bersiva dagirkirina Kerkûkê de ji aliyê Iraqê ve hat avakirin û endamên wê xwe wekî "berxwedana kurdan" bi nav dikin. Karbidestên berevanî û leşkerî yên Amerîkî jî gotin ku xuya ye ew yekîtîyek ji neteweperestên Kurd û şervanên berê yên Piştiwananî Îslam le Kurdistan ye. Îstîxbarata Îraqî got ku dibe ku ev girûp bibe hewldaneke ji nû ve nîşankirinê ji alîyê fraksîyoneke Piştiwananî Îslam le Kurdistan, û tevgereke Kurdî bo dijberîya hikûmeta Îraqî.[1][2]
Hemî wan îdiayan bi wê yekê piştrast bû ku serok û afirînerê Alên Spî, Asî Qevalî, neteweperwerekî bihêz û îslamî bû û pêwendiya xwe bi PDKê re hebû. Têkiliyên wî yên nêzîk bi Mela Krêkar û endamên Piştiwananî Îslam le Kurdistan re jî hebûn.[3]
Hikûmeta Iraqê Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê bi piştgirîkirina vê grûpê tohmetbar kir, lê herduyan ew tohmet red kirin.[2]
Çalakiyên rêxistinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Alayên Spî ji aliyê Iraqê ve weke rêxistineke terorîst tê dîtin. Di dawiya sala 2017an de, parlementerekî Îraqî-Tirkmen rêberên Kurd bi piştgirîkirina girûpê tawanbar kir. Ev yek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat redkirin.[4] Kom gelek taktîkên gerîla yên mîna Talîbanê bikar tîne. Her wiha kemîn û teqemeniyan bi kar tînin. Her wiha hawan û roketan jî bi kar tîne. Grûp li Kerkûk û Tûzxurmatu û derdora wê tevdigere û gelek caran êrişî zeviyên petrolê, baregehên artêşa Iraqê, milîsên tirkmen û avahiyên li herêmê kiriye.[5]
Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ Al-awsat, Asharq. "Middle-east Arab News Opinion". aawsat.com. Ji orîjînalê di 23 çiriya pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 4 kanûna paşîn 2019.
- ↑ a b Bill Gertz (14 adar 2018). "Shadowy Terrorist Group Emerges in Iraq". The Washington Free Beacon. Ji orîjînalê di 14 adar 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 28 çiriya pêşîn 2018.
- ↑ Akgungor, Ilker (17 kanûna pêşîn 2017). "Barzani'nin 'Beyaz bayraklısı' yakalandı!". Medium.
- ↑ "After ISIS black flags, Iraq faces 'White Banners' threat - The Arab Weekly". Ji orîjînalê di 9 sibat 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 7 adar 2018.
- ↑ Tom Westcott (31 kanûna paşîn 2018). "No surrender: 'White Flags' group rises as new threat in northern Iraq". Middle East Eye. Ji orîjînalê di 31 kanûna paşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 7 adar 2018.