Alaya Katalonyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
La Senyera, alaya Katalonyayê

Senyera (bilêvkin: senyêre), navê alaya fermî yê Katalonyayê ye.

Alayeke dîrokî û heraldîk e. Bi eslê xwe, di sedsala 11'an de nîşana Kontê Barselonayê bû, lê pişt re bû alaya giştî ya Taca Aragonê.

Di sedsala 19'an de, ligel vejandina neteweparêziya katalanî alaya neteweyî ya Katalonyayê bû. Li referenduma sala 1932'an yekemîn Statûtên Otonom ên Katalanistanê hatin erêkirin û alaya fermî ya herêmê bû.