Aleksandr Soljenîtsin
Aleksandr Îsayevîç Soljenîtsin (bi rûsî: Александр Исаевич Солженицын, lat. Aleksandr Isayevich Solzhenitsyn, jdb. 11ê kanûna pêşîn a 1918 li Kîslovodsk - m. 3ê tebaxa 2008an) nivîskarekî rûs e. Sala 1970î Xelata Nobelê ya wêjeyê girtiye.
Di jiyana xwe de li dijî realsosyalîzma ku YKSSê hebû derket. Wî azadiya ramanê diparast û gelek rexneyên tûj li sazûmaniya Sovyetê dikir. Ji ber wê ji aliyê rojavayiyan ve gelek hez jê dihate kirin. Rojavayiyan (Ewropiyan û welatên li bakurê parzemîna Amerîkayê) dixwastin li ser navê wî dijberiya Sovyetê bikin. Heya bigire wî wekî raqîbê Mîxaîl Şolokhov jî didan pêş. Perwerdeya matematîk û fîlozofiyê dîtibû. Tevlî şerê cîhanî yê duyemîn bûbû. Di şer de carekê bi şika sîxuriya rojavayiyan tê girtin û darizandin. 11 sal di girtîgehên xebatê de diborîne.
Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Rojek ji jiyana Îvan Denîsovîç (1962)
- Ji bo çêyiya sedemê (1962)
- Hucreya Kanserê (1966)
- Xeleka yekemîn (1968)
- Keça evînê û nermerû (1969)
- Gelawêj 1914 (1971)
- Arşîpalê Gûlag 3 Bend (1973-1978)
- Şevên Prûsya (1974)
- Aleksander Îsayevîç Soljenîtsîn, Nameyek bo serokên Sovyetê, Collins: Harvill Press (1974)
- Dara mazî û golik (1975)
- Lenîn li Zürichê (1975)
- Xetereya mirinê (1980)
- Sermawez 1916 (1983)
- Pîrozbahiyên serkeftinê (1983)
- Mehkûman (1983)
- Ji nû ve avakirina Rûsyayê (1990)
- Adar 1917 (1995)
- Avrêl 1917 (1995)
- Pirsgirêka Rûs (1995)
- Hevalbendên nepenî (1997)
- 200 sal bi hev re: Ji 1772î virde têkiliyên Rûs-Cihû (2003)