Alfabeya Şemo-Marogûlov
Xuyakirin

Alfabeya Şemo-Marogûlov yekemîn alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî ye û ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov hatiye amadekirin. Bi biryara hikûmeta Sovyeta berê û Ermenistanê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov (bi koka xwe aşûrî) dest bi amadekirina alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî kirin û di sala 1928an de karê xwe bi dawî anîn. Wan di sala 1929an de yekemîn kitêba bi kurdiya latînî li cihanê bi navê Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi [1] ("Xwe-xwe hînbûna xwendina nivîsara kurmancî") çap kirin.[2]
Alfabe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Şemo-Marogûlov (1928) | Bedirxan (1932-niha) | |
|---|---|---|
| 1 | A a | A a |
| 2 | B b | B b |
| 3 | C c | Ç ç |
| 4 | Ꞓ ꞓ? | Ç ç = Ç’ ç’ |
| 5 | Ç ç | C c |
| 6 | D d | D d |
| 7 | E e | Ê ê |
| 8 | Ə ə | E e |
| 9 | F f | F f |
| 10 | G g | G g |
| 11 | Ƣ ƣ | X x = Ẍ ẍ |
| 12 | H h | H h |
| 13 | I i | Î î |
| 14 | Ь ь | I i |
| 15 | J j | Y y |
| 16 | K k | K k |
| 17 | Ⱪ ⱪ | K k = K’ k’ |
| 18 | Q q | Q q |
| 19 | L l | L l |
| 20 | M m | M m |
| 21 | N n | N n |
| 22 | O o | O o |
| 23 | Ɵ ɵ | WE we (Piştî x) |
| 24 | W w | W w |
| 25 | P p | P p |
| 26 | Ҏ ҏ | P p = P’ p’ |
| 27 | R r | R r |
| 28 | S s | S s |
| 29 | Ş ş | Ş ş |
| 30 | T t | T t |
| 31 | Ҭ ҭ | T t = T’ t’ |
| 32 | U u | Û û |
| 33 | У у | U u |
| 34 | V v | V v |
| 35 | X x | X x |
| 36 | Z z | Z z |
| 37 | Ƶ ƶ | J j |
| 38 | Ħ ħ | H h = Ḧ ḧ |
| 39 | Ə́ ə́ | 'E, 'e |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Marogulov u Ə. Ş. (1929). Xө-xө hinbuna xөndьna nvisara kyrmançi, Nəşre dəwləţe Şewre Ərmənistane, Revan.
- ^ Têmûrê Xelîl: Elfabeya pêşin, romana pêşin û romannivîsê pêşin
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |