Here naverokê

Alfabeya kîrîlî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Xerîteya welatên ku alfabeya kîrîlî wekî resmî nas dikin

Alfabeya kîrîlî sîstemeke nivîsê ye ku ji bo gelek zimanan li seranserê Ewrasyayê tê bikaranîn. Ew alfabeya miletî ya diyarkirî ye li gelek welatên slavî, tirkî, mongolî, ûralî, qefqasî û îranîaxiv ên li Başûrê Rojhilatê Ewropayê, Ewropaya Rojhilat, Qefqasya, Asyaya Navîn, Bakurê Asyayê û Asyaya Rojhilat, û ji aliyê gelek zimanên din ên kêmmiletî ve tê bikaranîn.

Ji sala 2019an pê ve, li Ewrasyayê nêzîkî 250 milyon kes alfabeya kîrîlî wekî alfabeya resmî ya zimanê miletî bikartînin ku nêzîkî nîvê wan li Rûsyayê ye. Bi tevlêbûna Bulgaristanê bo Yekîtiya Ewropayê di sala 2007an de, alfabeya kîrîlî piştî alfabeya latînî û yewnanî bû sêyê alfabeya resmî ya Yekîtiya Ewropayê.[1]

Alfabeya Kîrîlî ya Destpêkê di sedsala 9an a p.z. de li Mekteba Edebî ya Preslavê di Împeratoriya Yekem a Bulgaristanê de di çaxa serweriya Çar Simeon I yê Mezin de, bi îhtimaleke mezin ji aliyê şagirtên du birayên bîzansî Kîrîl û Metodiyos ve ku berê nivîsa glagolî afirandine, hate pêşxistin. Di nav wan de Klementê Ohrîdê, Naumê Preslavê, Konstantînê Preslavê, Joan Ekzarx, Çernorîzets Hrabar, Angelar, Sava û zanyarên din hebûn.[2] Nivîs bi navê Saînt Kîrîl hatiye binavkirin.

Tabloya jêrîn tîpên kîrîlî yên ku di alfabeyên piraniya zimanên miletî yên ku alfabeya kîrîlî bikartînin de têne bikaranîn navnîş dike. Ew ji 28 herfan pêk tê.

Herfên kîrîlî yên taybet
Taybet Îtalîk Mane
А а А а A
Б б Б б Be
В в В в We
Г г Г г Ge
Д д Д д
Е е Е е Ye
Je
E
Ж ж Ж ж Že
З з З з Ze
И и И и Î
Й й Й й I
К к К к Ka
Л л Л л El
М м М м Em
Н н Н н
О о О о O
П п П п Pe
Р р Р р Re
Er
С с С с Es
Se
Т т Т т Te
У у У у Û
Ф ф Ф ф Fe
Ef
Х х Х х Xa
Ц ц Ц ц Ce
Ч ч Ч ч Çe
Ш ш Ш ш Şa
Ь ь Ь ь yer
Ю ю Ю ю yu
Я я Я я ya
  1. ^ Orban, Leonard (24 gulan 2007). "Cyrillic, the third official alphabet of the EU, was created by a truly multilingual European" (PDF). European Union. Ji orîjînalê di 9 çiriya pêşîn 2022 de hat arşîvkirin (PDF). Roja gihiştinê 3 tebax 2014.
  2. ^ Hussey, J. M.; Louth, Andrew (2010). "The Orthodox Church in the Byzantine Empire". Oxford History of the Christian Church. Oxford University Press. r. 100. ISBN 978-0-19-161488-0.