Ali Babacan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ali Babacan
Pêvajoya erkdariya wî
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
1ê gulana 2019e – 24ê hezîrana 2018e
Jiyan
Jidayikbûn4ê nîsana 1967an (57 salî)
Şereflikoçhisar, Enqere
HevwelatîTirkiye
Partiya siyasîPartiya Demokrasî û Pêşdehatinê (DEVA)
HevjînÜlkü Zeynep Babacan (zw. 1995)
Zarok3
PerwerdeZanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn, Zanîngeha Northwesternê
PîşeSiyasetmedar, aborînas, endezyar
biguhêreBelge

Ali Babacan, (jdb. 4ê nîsana 1967an li Şereflikoçhisar, Enqere) siyasetmedar, aborînas û endezyarekî tirk e ku damezrîner û serokê Partiya Demokrasî û Pêşdehatinê (DEVA) ye. Alî Babacan di navbera salên 2002 û 2015an de, bi giştî 13e salan wekê wezîrê karên derva û wezîrê aboriya Tirkiyeyê karkiriye. Di serdemên 22, 23, 24 û 26emîn ên Meclîsa Tirkiyeyê de wekî parlementerê Enqereyê hatiye hilbijartin.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Alî Babacan di 4ê nîsana sala 1967an de li Enqereyê hatiye dinê. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Değirmenyolu ya ku bi ser navçeya Şereflîkoçhîsarê ye.[1] Di sala 1985an de ji Koleja TED a Enqereyê bi pileya yekemîn bawername xwe wergirtiye.[2] Di sala 1989an de li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn de, li beşa Endezyariya Pîşesazî bi pileya yekem qedandiye. Di sala 1990 de, bûrsa Fulbright wergirt û ji bo perwerdehiyê çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Di navbera 1990-1992 de, wî mastera xwe di rêveberiya karsaziyê (MBA) de li Kellogg School of Management li Zanîngeha Northwesternê li Chicago kir. Babacan di dema xwendina xwe ya lîsansê de di warê kirrûbirra, rêxistin û rêveberiya karsaziya navneteweyî de gehîşte asta pisporiyê.[3] Di navbera 1992 û 1994 de, wî wekî şêwirmend di pargîdaniyek taybet de xebitî ku ji rêveberên payebilind ên sektora darayî re li Dewletên Yekbûyî şêwirmendî dike. Di navbera salên 1994-2002an de li Enqereyê dibe rêveberê şirketa malbatê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Dışişleri Bakanı Sayın Ali Babacan´ın Özgeçmişi / T.C. Dışişleri Bakanlığı". www.mfa.gov.tr. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "hurriyet.com.tr".
  3. ^ "DEVA Partisi - Ali Babacan | Özgeçmişi". web.archive.org. 5 kanûna pêşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 4 çiriya pêşîn 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)