Aliatês
Aliatês keyê Lîdyayê yên serdema kevnar bû. Kurê Sadiatês û ji malbata mermnadiyan bû.

Di demê desthilatdariya wî de gelek bûyerên girîng çêbû. Hin caran serkeftinan hin caran jî têkçûnan dît.
Şerê ku bavê wî Sadiatês li hemberî Mîlêtiyan çêkiribû, wî şerî berdewam dikir. Taybetiya wî şerî ew bû ku di nav şerê de çaxê leşker dimeşiyan, enstrumanên şerê jî lê didan. Hêz pê bilûr û harpan dimeşiyan. Hêz gihîşte Mîlêtê lê ne dagir ne jî talanekî dijwar kirin, daran birîn, dexilê çandin û vegeriyan Lîdyayê. Armanca Key Aliatês ew bû kû salên din jî bihata û dîsa talanê bikira, ji ber wê wêrankirin nedikir. [1]
Di şerê Mîlêt û Lîdyayê de Xoisîyon Îyonyayî hevalbendên Mîlêtê bû. Lê tu alîkarî jî Miletiyan ji du têkçûnên dijwar xilas nekir. Li Limenion û li deşta Maiandrosê Lîdyayî wan têk bir.
Herçiqas Aliatês du serkeftin ji Mîlêtê standiba jî ji encamê şerê ew aştî ji Tîrana Mîlêtê Trasiboulosê xwest. Çîroka aştiyê jî ji gorî Hêrodotosê şewitandina dexilen bajarê Assesiayê dest pê kir. Şêr ketibû sala 12em de hêzên Lîdyayê dexilên Assesiayê şewitandin. Şewat gihîşt perestgeha Atênêyê lê ne xema ti kesê bû. Piştre Aliatês vegeriya paytext Sardîsê. nexweşiyek dijwar li ser wî peyda bû. Tu bijîşk dermanekî jêre nedîtin. Key bi lez û bez peyamnêran şande perestgeha Delfîyê. Pîthîa (serremilvan) tenê got ku pêşî bila perestgeha Atênêyê dîsa ava biken, pişt re alîkariya wan bikira. Aliatês çaxê vê peyamê bihîst pirsgirêkê hesiya. Peyamnêran ji Tîran Trasiboulosê şand ji bo avakirina perestgehê ti wext ji Miletê bixwesta. Lê Tîran ji vê rewşê hesiya, daxwaz kir ku ji gelê xwe hemû xwarin û şerabên xwe bînin agoraya bajarê û çaxê peyamnêr li bajarê dest bi seyranê bikin. Peyamnêr hatin wî rewşê dîtin matmayî man. Ji ber ku Lîdyayî dizaniyan gelê Mîlêtê ji birçiyê dimire. Lê dîtin ku gel seyranê diken. Peyamnêr hatin vê rewşê gotin key Aliatês, Key dît ku piştî 11salan hêj nekariye xesar bide wan fêm kir ku ti kar ji şerê Mîlêtê re nabe. Neçar ma aştî jî xwest û şer bi wê awayê qediya. [2]
Piştî şer Aliatês 50 salan desthilatdarî kiriye paşî miriye. Di demên desthilatdariya xwe piranî ji remilvanên Delfîyê re têkiliyên baş domand. Tê zanîn ku berkêşa Glaukosê ku di nav diyarîyên Delfîyê ye ew dayê çêkirin. Piştî mirina wî, Keyaniya Lidyayê ma kurê wî Kroîsos re.[3]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ 17 / Klio Dîroka Hêrodotos
- ^ 19-22 / Klio Dîroka Hêrodotos
- ^ 25-26/ Klio Dîroka Hêrodotos