Alkmênê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Alkmênê
Ἀλκμήνη Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvanmîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
  • Êlektrîon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
Hevjîn
Zarok
XanedanAmfîtrîon, Radamantîs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Alkmênê hewl dide ku Herakles biparêze - Bernardo Mei

Alkmênê, lehengê mîtolojiya Yewnanî û mîtolojiya Romayî de dayika Heraklesê hêzdar.[1] Alkmênê neviya Perseûsê lehengekî mîtolojîk e. Bi bedewî û fezîletiya xwe tê zanîn.

Ji ber şerekî neçar maye koçber bûye û kurmamê xwe Amfîtrîon re zewiciye. Zeus ji şeklê mêrê wê digire da ku Alkmênê bixapîne. Li gorî gotegotan, li ser fermana Zeus, Hermês ferman dide Hêlios ku ronahiya rojê vemirîne, bi saetan bêhna xwe bide û piştre pir hêdî ber bi Heyvê ve biçe, hemû mirovan di xew de bihêle, da ku kes nizane di xewê de çi diqewime. Ev tekîliyên cinsî sê rojên tije dom dike, ji ber ku Zeus ferman daye roj ev dem derbas nebe xuya neke. Dema Zeus barana zêrîn li bajêr barand, Alkmênê ji Heraklesê ra ducanî bû. Zeus tasa Karxesia jî diyarî Alkmênê dike û diçe. Amphitryon jî sibê seferê vedigere û bi jina xwe re radizê, û Alkmênê ji zarokekî duyemîn, Îfîklêsê re jî ducan dike. Qeder jî dibêje ku ev zarokê ku dê ji neviyên Perseûs çêbibe, dê li ser mirovan xwedî hêzek mezin be û derkeve ser textê. Lêbelê Hêra vê yekê seh dike . Jina Zeusê Hera, mîna ku ji çavnebariyê hêrs dibe diçe Mîkenê. Key Stehenolosê kurê Perseûs, li wir keyaniya Mîkenê desthilatdar e. Hera soz dide jina key Stehenolosê Nîkîppeyê kurek berî ya Alkmênê çêbibe; ew lawik Eurîstheus e. Ji bo vê yekê, ew ferman dide Îlîtiyayê (xwedawenda jidayikbûnê), û Moirayan (xwedawendên qederê), ku pêşî li zayîna Alkmênêyê bigirin. Ew neh roj û neh şev û dest û milên xwe girêdidin, li ber deriyê qesrê rûdinin. Dayika belengaz tenê bi hîlekariya Galanthisa hevalê xwe ji wan rizgar dibe: ew xwedawendan agahdar dike ku Alkmênê kurek anî. Hîstorîsa keça Teîresîasê jî, odeya zayînê da bi qîrînek derewîn kir ku wan birevîne da ku zarok çêbe. Ew nehesiyan ketine kemînê. Dema ku xwedawend ji tirs û hêrsê radibin, Alkmênê wê çaxê zayînê dike. Lê dema ku xwedawend pê dihesin ku hatine xapandan, Galanthis dikin heywanek ku jê re dibêjin wesîle. Zeus di pişta Alkmênêyê ve tu carî jinikekî fanî ra ba hev nabe.

Ji zarokê re dibêjin Hêraklês, serkeftina Hêra. Ev sernavek e ku ew heq dike, ji ber ku xwedawend heta ku ew sax be dê bi hovîtî li pey wî biçe, bi taybet jî zorê bide wî ku bikeve xizmeta pismamê xwe Euryîstheus.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Classical mythology: a very short introduction. Oxford: Oxford University Press. 2007. ISBN 978-0192804761.