Pirasa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Allium ampeloprasum hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search
Pirasayê re qurad jî dibêjin

Pirasa (carnan pirase, porrîse) (Allium ampeloprasum an Allium porrum) navê cureyek riweka çîna allium e ku di famîleya sîr û pîvazan de cih digire. Navê bi piraseyê ji kurdî/îraniya kevn tê. Di hîtîtî de garassar, di yewnaniya kevn de prasînûs e. Li Kurdistan çandiniya wê kêm e. Kurd bêhtir ji pîvaz û sîrê hez dikin.

Riwekeke dusalane ye, heya 60-80 cm bilind dibe. Xwarbar e, di gelek xwarinan de tê bikaranîn. Bi taybetî di şorbe, hêyavk û kiloran de. Li Zagrosan, bakurê Mezopotamyayê bo cara pêşîn hatiye xwarin. Karkerên di pîramîdên Egîptê (Misir) de xebitîne jî pirasa dixwaribûne. Yek ji bernavkên Nero, "porrophagus-pirasaxwur" bûye.

Pirase vîtamîna C, K, asîda folîk, kalyûm, kalsiyûm, magnezyûm, mangan û hesin dihewîne. Biharbêhna wê jî tê çêkirin.

Girêdan[biguherîne]