Amira Casar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Amira Casar
Aktrîsa fransî Amira Casar di sala 2013an de.
Jidayikbûn1 gulan 1971 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFransa, Keyaniya Yekbûyî, Komara Îrlendayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Conservatoire national supérieur d'art dramatique
  • Cours Florent Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Lîstikvana/ê televîzyonê
  • model
  • lîstikvana/ê fîlman
  • lîstikvana/ê şanoyê
  • lîstikvan li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Chevalier des Arts et des Lettres (2016) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Amira Casar (bilêvkirin wek Amîra Kasar), (jdb. 1ê gulana 1971ê li Londonê, Brîtanya), lîstikvaneke fransî ye. Bavê wê kurd e û diya wê rûs[1].

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amia Casar keça kurdek û stranbêjeke rûs e. Ew li Înglistan û Îrlendayê mezin bû. Di ciwantiya xwe de, ew ji hêla Helmut Newton ve hat vedîtin û ber bi Parîsê ve çû, li wir, ew, wek model ji bo Chanel û ji bo Jean Paul Gaultier, xebitî. Ew di sala 1989an de dest bi xwendina xwe ya aktrîsê li Cours Florent kir û di sala 1991ê de li dibistana lîstikvaniyê Conservatoire national supérieur d’art dramatique perwediya lîstikvaniyê xelas kir.[2]

Ew di drama fîlmê fransî Erreur de jeunesse (1989) de yekembûna xwe ya aktorê çêkir. Kurtefîlma Départ immédiat (1996), di nav de ku ew yek ji herdu rolan girt, di 1996 de xelata taybetî li Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyi ya Clermont-Ferrand hat xelat kirin.[3] Ji bo rola wê di fîlmê pêkenokî La vérité si je mens! (1997) de ew di sala 1998an de ji bo Xelata Césarê navzedî bû.[4] Di fîlmê pêkenokî Quand on sera grand de (2000) Casar rola sereke girt. Yek ji wan çar rolên sereke ku ew lîstiye - bi tevî Sabine Azéma, Daniel Auteuil û Sergi López - di pêkenoka Peindre ou faire l'amour ji 2005an de jî bû. Di heman salê de ew di dramaya fîlmê fantastîkê Piano Tuner of Earthquakes de stranbêja operayê Malvina van Stille, ku ji hêla zanyar Doktor Emmanuel Droz (Gottfried John) ve hat kuştin û laşê wî ku dûv re ji hêla Doktor Droz ve hat dizîn, rolkiribû.

Casar di heman demê de wek aktrîsa şanoyê jî kar dike. Di sala 2006an de ew bû endama jûriyê ya Festîvala Fîlmên Angers.

Amira Casar di sala 1995an de ji bo vîdyoya muzîkê ya Bryan Adams "Have You Ever Really Loved a Woman?" jî xuya bû.[5]

Fîlmnîgarî (Hilbijar)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ https://032c.com/amira-casar/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  2. ^ https://web.archive.org/web/20180901081559/http://amira-casar.com/index.php/biography/. Ji orîjînalê di 1 îlon 2018 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  3. ^ https://m.imdb.com/title/tt0367688/awards. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  4. ^ https://variety.com/2016/tv/global/series-mania-fanny-herrero-tony-grisoni-amira-casar-yael-abecassis-1201743672/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)
  5. ^ https://www.tvguide.com/celebrities/amira-casar/bio/139368/. {{cite web}}: |title= kêm an vala ye (alîkarî)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]