Amsterdam

Amsterdam
  • Bajarên paytext

Ala

Mertal
Bernavk:
Venice of the north Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirûşm: Heldhaftig, Vastberaden, Barmhartig Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Amsterdam li ser nexşeyê
Map
Amsterdam li ser nexşeya Holenda nîşan dide
Amsterdam
Amsterdam
Koordînat: 52°22′22″Bk 4°53′37″Rh / 52.37278°Bk 4.89361°Rh / 52.37278; 4.89361
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletHolenda, Reichskommissariat Niederlande, Holenda, United Kingdom of the Netherlands, Sovereign Principality of the United Netherlands, Fransa, Kingdom of Holland, Batavian Republic, Dutch Republic, Habsburg Netherlands, Burgundian Netherlands, County of Holland Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Amsterdam (Sedsala 20an – )
  • Amstel Department (1798–1801)
  • County of Holland (–1795)
  • Holland Department (1802–1807)
  • Amstelland Department (1807–1810)
  • Zuyderzée (1811–1814)
  • Holland (1814–1840)
  • Holenda Bakur (1840 – Sedsala 20an) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Keyaniya Holendayê (1839–)
  • United Kingdom of the Netherlands (1808–1839)
  • Holenda
  • Amsterdam Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê1300 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarFemke Halsema (GroenLinks, 2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 219 km² Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
−2 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
921.468 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê20 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperamsterdam.nl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Amsterdam, paytext û bajarê herî qerebalix ê Holendayê ye. Her çiqas Amsterdam paytexta welêt be jî berevajiyê paytextên cihanê navenda rêveberiya holendî li Amsterdamê nîne, li bajarê Den Haagê ye. Nifûsa navenda bajêr 921.402 kes, li devera bajarî 1.457.018 kes û li devera matropolî ya bajêr 2.480.394 kes e.[1][2] Amsterdam bajarek parêzgeha Holenda Bakur e ku ji ber hejmareke mezin ê qenalên bajêr Amsterdam niha wekî Kelepora Cîhanê ya UNESCO hatiye destnîşan kirin û ji ber van qenalan bajêr wekî "Venediyaya Bakur" hatiye binav kirin.[3]

Amsterdam li ser peravê Çemê Amstelê ku ji bo kontrolkirina lehiyê bendav lê hatibû girtin hatiye avakirin ku navê bajêr ji guhertoya zimanî ya herêmî ya peyva bendavê tê.[4] Amsterdam di dawiya sedsala 12an de gundekî piçûk ê masîvanan bû ku bajêr di serdema Zêrîn a Holendayê ya sedsala 17an de dema ku Holenda hêzek aborî bidest dixe bajêr dibe benderek mezin ê cîhanê.[5] Amsterdam her çiqas navenda sereke ya darayî û bazirganiyê be jî di heman demê de navenda hilberîna hunera sekuler a welêt e. Bajêr di sedsalên 19an û 20an de berfireh bûye û gelek tax û taxên nû hatine sêwirandin û hatine avakirin. Qenalên Amsterdam û Xeta Parastinê ya sedsala 19an û 20an a Amsterdamê di Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCO de ne. Bajar xwedan kevneşopiyek dirêj ê lîberalîzm û toleransê ye. Duçerxe ji bo karaktera nûjen a bajêr re girîng e ku li bajêr gelek rêyên duçerxeyan heye ku li seranserê bajêr belav bûye.

Cihên balkêşên sereke yên Amsterdamê qenalên bajêr ên dîrokî; Rijksmuseum ku muzexaneya dewletê ya bi berhevokek mezin a hunera Serdema Zêrîn a Holendî ye; Muzeya Van Gogh; Qada Dam ku Qesra Qraliyetê ya Amsterdamê û şaredariya berê ya bajêr (stadhuis) lê ne; Muzeya Amsterdamê; Muzexaneya Stedelijk ku bi hunera nûjen tê zanîn; Hermitage Amsterdam, salona konserê ya Concertgebouw; Mala Anne Frank; Het Scheepvaartmuseum, Ezmûna Heineken, Natura Artis Magistra; Hortus Botanicus, NEMO, navçeya ronahiya sor û gelek dikanên (kanabis) qehweyan e.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "CBS Statline". opendata.cbs.nl (bi holendî). Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2023.
  2. ^ "CBS Statline". opendata.cbs.nl (bi holendî). Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2023.
  3. ^ "Amsterdam Venice of the North | theindependentbd.com". web.archive.org. 15 hezîran 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 hezîran 2022. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Amsterdam | History, Population, Map, Climate, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 7 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2023.
  5. ^ "Capitals of Capital - Cambridge University Press". web.archive.org. 16 çiriya paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 çiriya paşîn 2017. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]