Anatolyaya navîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Anatoliya navîn hat beralîkirin)
Anatolyaya Navîn

Anatolyaya Navîn herêmeke erdnîgarî ye ku di nav sinorên Tirkiyeyê ya niha û di nav erdnîgariya navîn a Anatolyayê de ye. Li gel bajarê paytext Enqere bajarên mezinên wekê Qonye û Qeyserî di nav herêma Anatolyaya Navîn de ye.[1][2] Li gorî dabeşkirina îro rûbera herêma Anatolyaya navîn 151.000 km² ye.[1]

Li qadeke berfirehê Anatolyaya navîn ku li ser deşteke berfirehê di navbera parêzgehên wekê Qonye, Enqere, Axsere, Qirşehîr û Afyonê hatiye dabeşkirin Kurdên Anatolyayê dijîn.

Çemê Kizilirmakê (çemê sor) û çiyayên wekê Çiyayê Erciyesê, Çiyayê Hesena li vê herêmê ye û herêma geştiyarî û herêma dîrokî ya Kapadokyayê ku beşa herî zêde di nav sinorê parêzgeha Niğdeyê de ye li Anatolyaya navîn e.

Wêne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b "Herêma Anatolyaya Navîn". www.cografya.gen.tr. Roja gihiştinê 5 adar 2024.
  2. ^ "Parêzgeh û navçeyên Herêma Anatolyaya Navîn kîjan in?". Milliyet (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2021. Roja gihiştinê 5 adar 2024.