Here naverokê

Anatolya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Herêma Anatolyayê
Anadolu Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Anadolu Böglesi
Etîmolojî: Anatolê bi wateya "Rojhilat", ji yewnanî ye.
Herêma Anatolyayê li ser nexşeyê
Map
Koordînat: 39°N 35°E
DewletTirkiye, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Bîzansê, Împeratoriya Romê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî756.000 km2 (292.000 sq mi)
Nifûs
Tirk, kurd, ermenî, çeçen, çerkez, yewnan, laz û yên din
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Anatolya

Anatolya, Anadolî[1][2][3][4] an jî Anatol (bi yewnaniya kevn: Άνατολή, lat. Anatolḗ "rojhilat"; bi latînî: Anatolia bi tirkî: Anadolu) an Asyaya Biçûk (bi latînî: Asia Minor) navê piraniya herêmên Tirkiyeya îro (bêyî Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Traxyayê) ye û warê gurcî, laz û ermenan.

Anatolya, herêmeke mezin e. Berî ta dema neolîtîk ê dîroka wê diçe. Pir pêşketinên mezin jîn kiriya. Dîroke wê ya xwe afirandinê ji berî zayînê ji 15 wan dest pê dike.[çavkanî hewce ye] Ji vê demê pêşketine ku tê demê Atînayê û ji wê ji tê demê demên navîn û ji demên navîn ji tê demê me didomê.

Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêja Anatolya bixwe, bêjeyeke ku herême Anatolya dike nava xwe de ya. Ta sînorê Kurdistanê dike nava xwe de. Bêja Anatolya bixwe, ji bêjeye yewnanî ya ku di wate rojhilhat de ya ji Anatole hatiye afirandin. Weke Asyaya biçûk an ji ya rojava ji tê binavkirin.

Serdema neolîtîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema neolîtîk, li Anatolya pir şûnpê wê hene. Li gelek deveran hatiye dîtin ku li wan deran bicihbûn heye. Gelek lêkolîn ji ta iro hatine kirin. Lê îro ji gelek cihên ku lê lêkolîn werine kirin hatina xirakirin. An ji li ser wanderan weke ku li kurdistanê li Baqîsê hate çêkirin, bendav hatine çêkirin û bin av mane. Tenê hinek derên navdar ku ji ber çav nayêne windakirin mane. Weke Efesê û hwd.

Di deme neolîtikê de jiyan li wan deran pêşketiye. Ji ber Dîcle û Firatê, di demên dawiyê yên neolîtîkê de mirovan bidest çûne wan herêman kirine û li wan deran bicihbûne û ji ew der ji jiyanê re vekirine. Navenda bicihbûnê di wê demê ber Firatê herêma Riha wan deran û ber Dîcle dora Cizîra Botan wan deran bû. Lê di demên dawiyê yên neolitikê de mirovan riya wanderan girtiya û çûna û li wanderan bicihbûna. Ev yek ta deme Bronz berdewam dike. Êdî ku dem tê deme şaristaniyan êdî hin bi hin bi pêşdikeve. Beravbûna wê ji ji vê yekê hem ji aliyê derya raş û ya sipî hîm diafirê.

Asya Biçûk di serdema kevnare de: Bitinya (bi latînî: Bithynia), Paflagonya(Paphlagonia), Pontos (Pontus), Kapadokya (Cappadocia), Ermenistan Biçûk (Armenia Minor), Galatya (Galatia), Likaonya (Lycaonia), Kîlîkya (Cilicia), Pisidya (Pisidia), Frîgya (Phrygia), Likya (Lycia), Karya (Caria), Lidya (Lydia), û Misya (Mysia)

Serdemên şaristaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ku mirov li gor kronolijîyekê bêne ser ziman, Mirov wê her weha bêne ser ziman. Xalkên Qariyan, ber derya egê.

  • Hîtît, dewlet avakirin û Anatolya bigiştî kirina bi sêheta xwe de.
  • Urartû,
  • Frîgiya, xelkekî ku li Anatolya bicih bûye.
  • Lîdya, xelkê ku li wir bicih bûye. Weke frîgiyayiyan bûne xwediyê serwerî û pêşketineke mazin li Anatolyayê. Frîgiyayiyan, tipên nivîsê ji li Anatolya bicihkirin û bi pêşxistin. Weke yên ku sumeriyan pir baş xwandin têne nasîn.
  • Qimerî,
  • Fenîk,
  • şaristaniyan Ioniyan
  • Cihû
  • Med,
  • Asurî,
  • Likya,Gelekî li anatoliya bicih bûbû, demekê serwerî ji kir.
  • Pers,
  • romî, berî zayîn ji 600 wan bidest pêşketinê kirin. Îparatorîyek avakirin û anatoliya û pêre ji Kurdistan ji kirina bin serweriya xwe de. Ana demên dirêj ma di bin serdestiya wan de.

Piştî van hêzan re hê gelek hêz û rêveber tên. Hemû ji dikin ku herine ser anatoliyê de. Gelek ji wan bi ser ser ji dikevin. Piştre demên Anatolya bi şer berdewam dibin. Tenê ji deme Osmaniyan û virde gelek xalk li wir tinebûn.

Ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zimanê ku li anatoloiya têne bi kar anîn, zimanê koma hind-awropî ne. Hîmê wan di berî zayîne tan 2000 hezar salan û wirde ji. Ji demên kevn zêde dokument ne mana.Lê ji deme fenîke û Hîtîtan û ji demên wan pêde ji demên din ji hinek dokument mana roje me. Zimanên wan, weke zimanê anatolokî ji tê binav kirin.

Dema Osmaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema Osmaniyan li Anatololyayê ji sedsala 10'emîn piştî zayînê û virde dest pê dike. Osmanî bi eslê xwe tirkmen in. Ji Asya bi koçkirinê têne Anatolyayê. Li wir bicih dibin. Li herême, di demeke kin de bi rêya guhertin olê dibin xwedî hêz. Piştî hin bi hin dibina hêzeke anatoliyaytî.Împaratoriya Osmaniyan weke navanda xwe Bursa diyar dike. Piştre Edirne wek paytext tê hilbijartin. Bi bindestxistina Konstantînopolîsê, ku navê wê îro Stembol e, Împeratoriya Osmanî dibe berfireh û xurt dibe.

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Malmîsanij, M. (2018). Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû. Weşanên Rûpel. r. 44. ISBN 9786056698521.
  2. ^ Farqînî, Zana (2005). Ferhenga Kurdî - Tirkî. Stenbol: Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê. r. 42. ISBN 975-6282-18-5.
  3. ^ Kurdo, Qanatê (1960). Ferhenga kurdî-rûsî. MOSKVA: NEŞIRXANA DEWLETÊ YA FERHENGÊD ZIMANÊ MILETÊD DEREVEÛ YÊ SOVÊTÎSTANÊ. r. 818.
  4. ^ "Ferheng - Weqfa Mezopotamyayê". ferheng.wmezopotamyaye.org. Roja gihiştinê 1 sibat 2024.