Here naverokê

Antalya

Antalya
Antalya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Şaredariyên bajarên mezin ên Tirkiyeyê, bajarê mezin û bajar Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Antalya li ser nexşeyê
Map
Antalya li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Antalya
Antalya
Koordînat: 36°58′Bk 30°40′Rh / 36.967°Bk 30.667°Rh / 36.967; 30.667
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Paytexta
Dema avabûnê150 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarMuhittin Böcek Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî1417 km2 (547 sq mi)
Bilindahî
30 m (100 ft)
Nifûs
2.426.356 (2018) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda postayê
07000–07999 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê0242 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperwww.antalya.bel.tr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Antalya (1928: آنطالیه‌[1] Antalye) pêncemîn bajarê herî qelebalix ê Tirkiyeyê û yek ji bajarên Herêma Deryaya Navîn e. Bajêr li gel navçeyên wekê Alanya, Kemer, Sîde û Manavgatê wekê "paytexta tûrîzmê" tê naskirin. Antalya li peravên başûrê rojavayê Anatolyayê, li kêleka rêzçiyayên Torosê li ser deşteke bilind ê li ser perava Deryaya Navîn hatiye ava kirin.

Bajar berê wekê Attalia dihat zanîn û 200 sal berî zayînê de ji hêla padîşahê yewnan Attalus II ya Pergamonê ve hatiye ava kirin. Attalia di demek kurt de ji hêla romiyan ve hatiye birêvebirin. Serweriya Romayê bû sedema geşbûna bajêr ku di nav de avakirina çend abîdeyên nû yên wekê Deriyê Hadrian û geşbûna bajarên kevnar ên nêzîk ên wekî Patara, Xanthos û Myra li herêma Lîkyayê; Perga, Aspendos û Sîde li Pamfîlyayê; û Sagalassos, Antakya û Termessos a li Pisîdyayê. Ev bajar beriya bandora împeratoriya romê yek ji navendên girîng ê herêmê bû. Antalya çend caran ketiye destê wan ku di nav de di sala 1207an de ketiye destê selçûqiyan û di sala 1391an de jî ketiye destê osmanîyan. Bajar piştî Şerê Cîhanî yê Yekem sê salan ji aliyê Îtalyayê ve hatiye birêvebirin lê di Şerê Rizgariya Tirkiyeyê de ji aliyê leşkerên kemalîst ve hatiye vegerandin.

Her çiqas li deşta ku bajêr li ser hatiye ava kirin tenê guherînên piçûk ên bilindahiyê hebin jî, Antalya ji her alî ve derdora deşta ku bajêr li ser hatiye ava kirin ji aliyê çiyayên bilind hatine dorpêçkirin. Ji ber ku avhewaya şil e barana zivistana li bajêr zêde ye lê belê ji ber ku deşta bajêr di kendaveke hundirîn de ye di demsalên havînan de bajar pir germ e.

Antalya di sala 2023an çarem bajarê herî ziyaretkirî yê cîhanê bû ku li pey Stembol, London û Dubai ye zêdetirî 16,5 milyon kesên biyanî serdana bajêr kirine.[2][3]

Nifûs li gorî salan
SalNifûs±%
1985258.139—    
1990378.208+46,5%
2000603.190+59,5%
20101.001.318+66,0%
20121.073.794+7,2%
20182.426.356+126,0%
Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ "2023's Top 100 City Destinations Ranking: Triumphs and…". Euromonitor (bi îngilîziya brîtanî). 11 kanûna pêşîn 2023. Roja gihiştinê 25 gulan 2025.
  3. ^ "Two of the most-visited cities in the world are in Turkey - this one is the unsung hero". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 6 sibat 2024. Roja gihiştinê 25 gulan 2025.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]