Here naverokê

Antoni Gaudí

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Antoni Gaudí
Image dans Infobox.
Portreya Gaudí ji sala 1878an, bi destê Pau Audouard.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Hevwelatî
Perwerde
Escola de la Llotja (en)
Escola Tècnica Superior d'Arquitectura de Barcelona (d) (-)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Mîmar, sêwirîner, drafterLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qadên xebatê
Étape de canonisation
Servant of God (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Endamê
Centre Excursionista de Catalunya (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Tevger
Modernîzma ketelanî (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xelat
Illustrious son (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Casa Milà (d), Sagrada Família, Bellesguard (d), El Capricho (d), Parka Güell (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Antoni Gaudí
Şanenav
lewheya yadîgar
Wêneyê goristanê

Antoni Gaudí bilêvkirina ketelanî: [ənˈtɔni ɣəwˈði], navê wî yê temam Antoni Gaudí i Cornet (jdb. 25ê hezîranê 1852an - m. 10ê hezîranê 1926an) mîmarekî ketelan bû ku wekî yek ji pêşengê herî mezin ê modernîzma ketelanî tê zanîn.[1] Karên Gaudí xwedî şêweyek pir kesane ne û stîla wî wek sui generis tê binavkirin. Piraniya xebat û avahiyên wî li Barselonayê ne, tevî xebata wî ya sereke, dêra Sagrada Família.

Gaudí di hemû jiyana xwe de bi mîmarî, xweza û dîn re eleqedar bû.[2] Wî her hûrguliyên afirandinên xwe plan kir û seramîk, xalîçe, karkirên hesinî û yên din xiste nav. Di amadekirina materyalan de wî teknîkên nû jî, wek teknîka trencadís, afirand û bi vî rengî perçeyên seramîk ên wêran bikar anî.

Di bin bandora hunera neogotîk û teknîkên rojhilatî de, Gaudí bû beşek ji tevgera modernista ya ku di dawiya sedsala 19an heya destpêka sedsala 20an de gelek serketî bû. Wî bi karê xwe modernizmê pêşxist û îlhama xwe ji şêwazên organîk û formên xwezayî girt. Gaudí pir kêm planên berfireh ên karên xwe xêz dikir û li şûna wê tercîh dikir ku wan wekî modelên 3D biafirîne.

Karê Gaudí îro gelek populer e û hê jî dibe bingeha lêkolînên mîmaran. Karê wî yê sereke wî perestgeha Sagrada Família, ku hê jî nehatiye xilaskirin, monumenta herî ziyaretkirî ya Ketelonyayê ye.[3] Di navbera salên 1984 û 2005 de, heft karên wî ji hêla UNESCO ve cîhên mîrasa cîhanê hatin ragihandin. Baweriya wî ya katolîk-romayî di jiyana wî de binhegîn bû û bi dîmenên cuda di karên de xuya dibe. Ji ber vê yekê wî navê paşnavê "Mîmarê Xwedê" [6] wergirt û bû sedema tazîza wî.[4][5]

  1. ^ "Antoni Gaudí". Wikipedia (bi îngilîzî). 24 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ [https://web.archive.org/web/20111011204937/http://arquba.com/monografias-de-arquitectura/gaudi-mecanica-y-forma-de-la-naturaleza/ "GAUD�: MEC�NICA Y FORMA DE LA NATURALEZA - ARQUITECTURA Y CONSTRUCCION"]. web.archive.org. 11 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2011. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023. {{cite web}}: di |sernav= de di cihê 5 de replacement character heye (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "La Sagrada Familia de Barcelona ultima los preparativos para su apertura al culto. lavozdigital.es". web.archive.org. 4 çiriya pêşîn 2011. Ji orîjînalê di 4 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ "God's architect on road to sainthood". the Guardian (bi îngilîzî). 11 tîrmeh 2003. Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ Andrea Klettner2010-11-04T10:19:00. "Pope's visit could fast-track Gaudi sainthood". Building Design (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)