Here naverokê

Ariadnê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Arîadnê hat beralîkirin)
Ariadnê
Ἀριάδνη Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
  • Fedra
  • Eurîmedon
  • Katreûs Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Zarok
  • Stafîlos
  • Enopîon
  • Toant
  • Toant
  • Keramos
  • Peparêtos
  • Evantês
  • Latramîs
  • Eumêdon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanDionîsos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ariadnê, di mîtolojiya yewnanî da dotmîrek e. Dotmîra keyaniya Mîkenê ye. Bavê wê nîvxwedand key Mînos, diya wê xwedawend Pasîfaê ye.

Ariadnê û Dionîsos li girava Neksos, bi destê Titian, sedsala 16em

Çaxê ciwaniya xwe da girava qesra Mînosê dijiya. Têseûsê qehreman, ji bo qurbaniya canewar Mînotor bibe hatibû Mîkenê. Lê Arîadnê nedihişt Têseûs bimire şûrek da wî. Têseûs pê wê şûrê canewar kuşt. Lê Têseûs nekarî ji Labîrîntosê derkeve, zindana Mînotor de heps ma. Ariadnê gilokek ta dabû Têseûs. Gilokê vedikir û wisa nav labîrentê digeriya. Serê tayê şopand û labîrentê derket.

Têseûs û Ariadnê ji hev ra reviyan. Daxwaz dikirin ku bizewicin. Lê xwedawend Dionîsos nehişt. Kete xewna wan û wan anî girava Neksosê. Têseûs li wir Ariadnê Dionîsos ra hişt û çû.[1]

Pênc zarokên Ariadnê û Dionîsosê çêbû. Paşê Ariadnê mir çû li cem Hadêsê. Hin çavkaniyan de ew xwe kuşt lên hin çavkaniyan jî hêla leheng Perseûs hate kuştin.[2] Dilê Dionîsosê ma wê, Dionîsos çû dinyaya binerdî wê dîsa zindî kir. Paşê ji hev re derketin Çiyayê Olîmpêyê û li wir Ariadnê bû nemir.[3]

  1. ^ Berens, E. M; Freer, Charles Lang (1884). A hand-book of mythology : the myths and legends of ancient Greece and Rome. New York: Clark & Maynard.
  2. ^ https://www.greekmythology.com/Myths/Mortals/Ariadne/ariadne.html
  3. ^ https://digitalmapsoftheancientworld.com/mythology/greek-mythology/the-olympian-gods/the-other-olympian-gods/ariadne/