Here naverokê

Arîon

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arîon
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Arîon an go Arîonas di mîtolojiya yewnanî de lehengekî muzîkjen e.

Arîon heval û mûzîkjenê tîrana Korîntosê Perîandrosê ye. Di demên dirêj li Periandrosê xulamtiya wî kiriye. Lê pişt diçe girava Sîsîlyayê. Li wir gelek pê karên muzîk gelek zengîn bû. Xwest ku bizîvire Korîntosê, li bêndera Tarantoyê siwarê keştîyeke dibe lê deryevan dixwestin ku wî bikujin hemû tiştên wî jê bistînin. Arîon hêvî û lawan ji deryevanan kir ku wî nekujin lê wan qebûl nekirin. Ji Arîonê re du pêşniyaz kirin yan ku wî bi bixin bin axê yan jî ew bi xwe, xwe biavêje behrê. Arîon neçar ma cilên xwe yên herî rind li xwe kir û dest bi stranek kir. Deryevan bi heyranî guhdarî wî kirin. Lê stran qediya Arîon xwe avêt behrê. Delfînekî wî hilda ser pişta xwe û wî haya Korîntosê biriye. Arîon vê bûyerê Periandrosê re qise kir. Çaxê dergevanên ku wî avêtibûn behrê hatin pêşî înkar kirine lê pişt re jî neçar mane ku qebûl bikin. [1]

  1. ^ 23-24 / Klio Dîroka Hêrodotos