Here naverokê

Arîtmetîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Operasyonên sereke yên arîmetîkî ew in: komkirin, derxistin, zêdekirin û parkirin.

Arîtmetîk şaxeke bingehîn a matematîkê ye ku bi operasyonên hejmarî yên wekî komkirin, derxistin, zêdekirin û parkirinê re mijûl dibe. Di maneyeke berfirehtir de, ew herwiha potens, derxistina kokê hejmarê û girtina logarîtmayê jî li xwe digire.[1]

Sîstemên arîmetîk dikarin ligorî celebê hejmaran werin ferqkirin. Arîtmetîka tamhejmar li ser hesabên bi tamhejmarên erênî û neyînî ye. Arîtmetîka hejmarên rasyonel operasyonên li ser kesîrên tamhejmaran dihewîne. Arîtmetîka hejmara rastîn li ser hesabên bi hejmarên rastîn e ku hem hejmarên aqlî û hem jî yên hejmarên neaqlî dihewîne.

Ferqeke din li ser bingeha wê sîstema hejmaran e ku ji bo pêkanîna hesaban tê bikaranîn. Artîmetîka dehiyî ya herî berbelav e; ew sîstem ji bo nîşandana hejmaran, hejmarên bingehîn ên ji 0 heta 9 û kombînasyonên wan bikar tîne. Berevajî wê artîmetîka duyeyî ji aliyê piraniya komputeran ve tê bikaranîn û hejmaran wekî kombînasyonên hejmarên bingehîn ên 0 û 1 nîşan dide. Artîmetîka komputerê bi taybetmendiyên pêkanîna artîmetîka duyî li ser komputeran ve mijûl dibe. Hin sîstemên artîmetîkê li ser cismên matematîkî yên ji bilî hejmaran kar dikin, wekî arîtmetîka întervalî û artîmetîka matrîsê.

Operasyonên arîtmetîkî bingeha gelek şaxên matematîkê, wekî cebîr, kalkulus û statîstîkê de pêk tînin. Ew di warên zanistî yên wekî fizîk û di ekonomiyê de jî roleke bi eynî rengî dilîzin. Arîtmetîk di gelek warên jiyana rojane de cih digire; mesela ji bo hesabkirina pereyê mayî di wexta kirînê de an jî ji bo birêvebirina fînansa kesane. Ew yek ji wan formên destpêkê yên perwerdeya matematîkê ye ku telebe pê re rûbirû dibin. Bingehên wê yên zaninî û têgehî ji aliyê psîkolojî û fîlosofiyê ve tên lêkolînkirin.

Pratîka arîmetrîkê bi kêmanî bi hezaran û dibe ku bi deh hezaran salî kevin e. Şaristaniyên kevnar ên wekî Misir û sumeran di dora sala 3000 b.z. de sîstemên hejmaran îcad kirin da ku pirsgirêkên matematîkî yên pratîkî çareser bikin. Di sedsalên 7 û 6 b.z. yewnanên kevnare lêkolînek bêtir abstrakt a hejmaran destpê kirin û metoda îsbata matematîkê dan nasîn. Hindiyên kevnare têgeha sifir û sîstema desîmal pêş xistin ku matematîkzanên ereb di serdema navîn de bêtir pêş xistin û li cîhana Rojava belav kirin. Yekê hesabên mekanîkî di sedsala 17an de hatin îcad kirin. Sedsalên 18 û 19an pêşveçûna teoriya hejmaran a modern û çêkirina bingehên aksîomatîk ên matematîkê dîtin. Di sedsala 20ê de, derketina holê ya hesabê elektronîk û komputeran rastbûn û leza ku hesabên matematîkî dikarin werin kirin şoreşek kir.

  1. ↑ Deiser, Oliver (2008). Reelle Zahlen (bi almanî). Springer Berlin Heidelberg. r. 79. ISBN 978-3-540-79376-2.