Aram Xaçatiryan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Aram Îlîç Xaçatiryan (bi RûsîАра́м Ильи́ч Хачатуря́н; bi Ermenî: Արամ Խաչատրյան, Aram Xačatryan; wekî [ɑˈɾɑm χɑt͡ʃʰɑt(ə)ɾˈjɑn] dihêt gotin; 6ê Xezîran 1903 – 1ê Gulan 1978) mûzîkvanê navdar ê ermenî-soviyetî ye. Ew wekî yek ji navdartirîn mûzîkvanên Soviyetê û cihanê li sedsala 20ê dihêt naskirin. Ew li Tiblîs a paytexta Gurcistanê ji dayik bû û her li wî bajarî jî mezin bû. Ew li temenê 18-salîyê, li sala 1921ê, piştî soviyetandina herêmên Qewqazê çê Moskoya paytexta Soviyetê. Bi ser wê ra ko berî hingî qet mûzîk nexwandibû, navê xwe li Enstîtûta Gnessin ya Mûzîkê dest bi xwandinê kir, paşî çû ber dersa Nîkolay Miyaskovskî li Konzervatoara Moskoyê.

Karê wî yê giring yê herî pêşîn knoserto ya piyanoyê ya sala 1936ê bû, ko navê wî li nav Soviyetestanê û li derveyî wê jî bilind kir. Paşî li sala 1940ê Konsertoya kemanê anko viyolonê û li sala 1946ê jî konsertoya çeeloyê nivîsî anko dana. Karên wî yên dî, suita Maskaradê bû li sala 1941, sirûda niştîmanî ya Komara Sosiyalîstî ya Soviyetî ya Ermenistanê (1944), 3 sîmfonî (1935, 1943, 1947) û nêzîkî 25 parçeyên mûzîkê ji bo filman bûn. Lê ew herî zêde ji ber mêzîka baleyên Gayanê (1942) û Spartakos (1954) hatîye niyasîn. Parçeya Reqsa Kahorî ji baleya Gayanê yek ji navdartirîn parçe mûzîkên cihanî ye ko di nav xelkê da gelek belav bûye.

Di salên xebata xwe da, ew gelek caran ji alîyê desthilata Soviyetistanê ve hezkirî bû û gelek mensebên bilind di mûzîka wî welatî da wergirtin, herçend e ko ew li sala 1943yê bi awayekî fermî bû endamê Partîya Komonîst. Lê paştir ew digel Sergeyî Prokofiyef û Dimîtrî Şostakovîçî li sala 1948ê kevtin ber xezeba Partîyê û hemî berhemên wan weekî ″formalîst″ û ″dijberî-gel″ hatin nasandin. Piştî salekê dîsa Partîyê ew efû kirin.

Li sala 1950ê, Xaçatiriyanî li Enstîtûta Gnessinê ya Mûzîkê û Konzervatoara Moskoyê dest bi dersgotinê kir û dest bi gerriyanekê li Ewropayê û Welatên Yekbûyî yên Amerîkayê kir. Li sala 1957ê, ew bû emîndar anko sekreterê Yekîtîya Mûzîkdanerên Soviyetistanê û heta dawîya jiyana xwe li ser wê kursîyê ma.

Wî di karên xwe da, bil ji mûzîka Ermenî, gelek mifa ji mûzîka Gorcistanê û mûzîka Kurdî wergirtîye. Nemaze, perdeya duyê ji Baleya Gayanêyê tijî awaz û mûzîka kurdî ye.

Jiyan[biguherîne]

Aram li gundekê nêzîkî paytexta Gorcistanê, Tiblîsê, di malbateka ermenî da hat ser dinyayê. Babê wî, Yeqîya, ji gundê Aza Jorî ya nêzîkî Urdûbadê li Nexcivanê hatibû ser dinyayê, lê paşî di temenê 13-salîyê da mişextî Tiblîsê bûbû.

Çavkanî[biguherîne]