Arif Doğan
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê (d) |
| Pîşe | |
| Payeya leşkerî |
Arif Doğan (jdb. 1945, Kırıkhan, parêzgeha Xetayê, Bakurê Kurdistanê) fermandara cendirmeyên tirk bû û tê gotin ku yek ji damezrînerên yekîneya îstîxbarata JİTEM a cedirmeyan e.[1] Di dozên Ergenekonê de sûcdar bû û di tebaxa 2013an de 47 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.[2] Di dadgehê de diyar kir ku wî di dawiya salên 1980an de bi fermandarê cendirmeyê Burhanettin Bigalı, bi erêkirina Serokê Sererkaniyê (Necip Torumtay) û Wezareta Karên Hundir JİTEM ava kiriye û di sala 1990an de kontrola xwe radestî Veli Küçük kiriye.[3] Berê jî îdîa kiribû ku bi însiyatîfa xwe JİTEM ava kiriye û di sala 1990an de "cemidandiye".[4]
Dayika wî kurd bû, lê ew bi kurdî nezanî bû.[5] Di sala 2010an de qeydeke deng a ku tê gotin Doğan e, bi awayekî nenas li ser înternetê hatibû belavkirin, tê de Dogan gotibû ku wî fermana mirina Eşref Bitlis û Cem Ersever daye û mirina Eşref Bitlisê (di ketina balafira bi guman de) weke "kuştin" bi nav dike. Muxbîrê JİTEMê Abdülkadir Aygan got ku ev rast e.[6] Doğan anî ziman ku dengê di qeydê de yê wî ye, lê ji bo ku wî sûcdar bikin ev qeyd hatine parvekirin.[7]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Arif Doğan hayatını kaybetti". haberturk.com (bi tirkî). 17 çiriya pêşîn 2014. Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin.
- ^ Today's Zaman, 5 August 2013, Long sentences for Ergenekon suspects, life for ex-army chief Girêdana arşîvê tebax 6, 2013, li ser Wayback Machine
- ^ Hurriyet Daily News, 14 October 2010, Turkish dailies leak contradictory testimony from retired colonel
- ^ Hurriyet Daily News, 27 September 2010, 'JİTEM founder' demands day in Turkish court
- ^ TURSUN-İSTANBUL, (DHA), Cem (17 kanûna paşîn 2011). "Arif Doğan: Hizbulkontra'yı ben kurdum". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2025.
- ^ Today's Zaman, 23 September 2010, Doğan’s account perfectly true, says ex-JİTEM member
- ^ Hurriyet Daily News, 8 January 2013, Retired general testifies in probe into general’s death