Arkeyî
Arkeyî an jî serdema arkeyî di çavkaniyên kevintir de carinan wekê arkeozoyî hatiye binavkirin, yek ji çar serdemên jeolojîk ên dîroka Erdê ye û serdema duyem e. Beriya serdema arkeyî serdema Hadeyî û piştre jî serdemên Proterozoyî û Fanerozoyî tên. Arkeyî serdema ji 4,031 heta 2,500 milyon sal berê temsîl dike ku piştî serdema Proterozoyî duyem serdema herî dirêj ê jeolojîk a dîroka Erdê (Dinya) ye. Tê texmînkirin ku Bombebarana Giran a Dereng bi destpêka Serdema Arkeyî re hevdem e. Qeşagirtina huronî di dawiya serdema arkeyî pêk hatiye.[1]
Di serdema arkeyî de Erd bi piranî cîhaneke okyanosî bû ku qalikê parzemînî hebûn lê piraniya qalikan di bin okyanûseke kûrtir ê ji okyanûsên îro de bûn. Ji xeynî hinek krîstalên bermayiyên kêmdîtî ku qalikê parzemînî yên herî kevin ê îro ye dîroka wan vedigere serdema arkeyî. Piraniya hûrguliyên jeolojîk ên arkeyî ji aliyê çalakiyên berdewam ên piştê vê serdemê tine bûne. Atmosfera Erdê jî ji aliyê pêkhateyê ve ji atmosfera îro pir cuda bû ku atmosfera prebiyotîk atmosfereke kêmker bû ku ji aliyê metanê ve dewlemend bû û oksîjena azad a atmosferê kêm bû.[1]
Jiyana herî kevin a naskirî ku bi piranî ji aliyê matên mîkrobî yên avên kêm kûr ên ku wekê stromatolît hatiye binavkirin tê temsîlkirin, di serdema arkeyî de dest pê kiriye û di seranserê serdemê de prokaryotên asan (arkea û bakterî) mane. Pêvajoyên fotosentezê ya herî zû ku bi taybetî fotosentez ên ji aliyê siyanobakteriyên destpêkê ve ku di nîvê/derengiya serdema arkeyî de derketine holê û piştî serdema arkeyî bûne sedema guherînek kîmyewî ya mayînde yê di okyanûs û di atmosferê de.[1]