Arsène Lupin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arsène Lupin
  • Mirova/ê aşopî
  • literary character Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bernav: Raoul d'Andrésy

Don Luis Perenna Jim Barnett Paul Sernine

Raoul de Limésy
DewletFransa
Çêker
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Arsène Lupin karakterekî aşopî ye ku ji hêla nivîskarê fransî Maurice Leblanc ve hate afirandin. Dizê camêr li Fransa û herêmên Kanadaya fransîpeyv de pir binavûdeng e.

Jiyana aşopî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Arsène Raoul Lupin di sala 1874an de wek kurê Henriette d'Andrésy û Théophraste Lupin hatiye cîhanê.Lupin di warê dadwerî û bijîşkiyê de perwerdehiyek hêja stend û di çermnasjiyê de pispor bû.Ji bilî latînî, îngilîzî û yewnanî, ew çend zimanên nûjen jî baş dizane. Ew bi kincan şarezayê nepeniyê ye û her wiha hunerên şerî yên cihêreng û pispor hunerî û wênesazek ​​e ku di Aiguille d'Etretat ya vala de gencîneyên hunerî yên hêja berhev dike , di nav wan de Mona Lîza ya Leonardo da Vinci jî ye. Lupîn jêhatiya xwe dizane, û ji wî re zor e ku nefsbiçûk be. Lîstina pisîk û mişk bi polîsan re carinan ji wî re ji dewlemendiya kesane girîngtir xuya dike. Lupin bi jinan re jêhatî û kibar e. Ew ji şîdetê nefret dike û ji ber vê yekê tenê di xweparastinê de dikuje. Bi piranî di romanan de - wekî di cîhana rastîn de - ew ji sempatiya raya giştî kêfxweş dibe, ji ber ku mexdûrên wî her dem bi awayên pir gumanbar dewlemend bûne.

Bi demê re, Lupin ji dijberê rayedaran radibe û dibe alîkarê wan ê veşartî - ku bê guman ji ber kariyera afirînerê wî jî ye. Lupin ji bo Sherlock Holmes (ji ber sedemên mafên daneriyê di pirtûkên Leblanc de jê re "Herlock Sholmes" tê gotin, an bi fransî ya orîjînal "Herlock Sholmès"), detektîvê mezin û navdar ê Îngilîstanê, dereceyek rêz û heyran nîşan dide, ji ber ku ew yekane ye ku wî nas kiriye ku wî ji carekê bêtir tengî kir. Lupin welatparêzekî mezine û lewma ew ni kare pergala vîktoryayî bipejirîne - carinan ew diziyên ramyarî jî dike.

Arsène Lupine hez dike ku ji bo nepandinên xwe bernavkan bikar bîne. Hin ji wan ev in:

  • Raoul de Limézy
  • Vicomte d’Andrésy
  • Horace Velmont
  • Guillaume Berlat

Pêkhatin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cihê jêdera gelek berheman: Mala Maurice Leblanc li Etretatê, îro Muzexaneya Le Clos Arsène Lupine, Maison Maurice Leblanc

Serpêhatiyên Arsène Lupine di navbera salên 1905 û 1935an de ji aliyê Maurice Leblanc ve di 20 roman, du şanoname û çend kurteçîrokan de hatine vegotin. Arséne Lupin serpêhatiyên xwe di romanên berdewamiyê ku di kovara „Je Sais Tout " derketin destpê kir. Tê gotin ku Leblanc dizê camêr wekî hevtayê Sherlock Holmesê Arthur Conan Doyle afirandiye. Yek ji romanên Leblanc bi sernavê Arsène Lupin kontra Herlock Sholmes ( Arsène Lupin dijî Herlock Sholmes) e. Gelek mirov ji bo Arsène Lupin îlegalîstê anarşîst Marius Jacob wek mîsal texmîn dikin , her çend Leblanc her dem ev yek înkar kiriye.

Nivîskarên din, bi taybetî kolektîvê nivîskar Boileau-Narcejac, ku pênc roman jê hene, çîrokên li ser dizê camêr Arsène Lupin nivîsandin. Rêzeromanên Arsène Lupin etapeke girîng di dîroka çîroka detektîvan de temsîl dikin ji ber ku ew perspektîvan ji detektîv vediguhezînin tawankar û celebek nû ya dizê camêr destnîşan dikin. Lêbelê, nivîskarê îngilîz Ernest William Hornung berê dizê xwe A. J. Raffles afirandibû.

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo sînema û wêneguhêzê pir fîlm hene. Fîlma herî nû li ser sernavê resen Arsène Lupin  tê naskirin û çêkirinek ji sala 2004an e. Fîlma yekemin yê Hollywoodê bi Arséne Lupin ji sala 1932an e. Ji berê di sala 1910an de jî fîlmekî bêdeng hebû.Her wiha rezayên -filmê kartonê-û- xêzeroman hene ku li ser çîrokên Arséne Lupin binyatkirî ne.

Muzexane[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Arsène Lupine li ser rênîşanek ji bo Muzexaneya Le Clos Arsène Lupine, Maison Maurice Leblanc li Étretat

Li vîlaya berê ya Maurice Leblanc li Étretat, muzexaneya Le Clos Arsène Lupin, Maison Maurice Leblanc ji hêla neviya wî ve di sala 1999an de hate vekirin, ku tê de gelek aksesûarên lehengê aşopî yên romanan hene.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Le Clos Arsène Lupin, Maison Maurice Leblanc in Étreta". arsene-lupin.com. Ji orîjînalê di 5 îlon 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 kanûna paşîn 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]