Ashley Greene
Ashley Michele Greene | |
|---|---|
Ashley Michele Greene 2025 | |
| Jidayikbûn | 21ê sibata 1987an (39 salî) |
| Pîşe | Lîstikvan, model |
| Salên çalak | 2005–niha |
| Hevjîn | Paul Khoury (z. 2018) |
| Zarok | 1 |
| biguhêre | |
Ashley Michele Greene (jdb. 21ê sibata 1987an) lîstikvan û modeleke amerîkî ye. Ew ji bo rola xwe ya Alice Cullen di adaptasyonên fîlmî ya romanên Twilight ên Stephenie Meyer de tê nas kirin.
Jiyana berî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ashley Greene di 21ê sibata 1987an de,[1] li Jacksonville, Florîda, ji du zarokên Michele ( bi navê keçiktiyê Tatum), ku ji bo pargîdaniyek bîmeyê dixebite, û Joe Greene Sr., serbazekî deryayî berê yê amerîkî[2] ku niha xwediyê karsaziyek avakirina betonê ye, ji dayik bû. Ew li Jacksonville û Middleburg, Florîda bi birayê xwe yê mezin Joe re mezin bû.[3] Ew çûye Dibistana Xiristiyanî ya Zanîngehê berî ku derbasî Lîseya Samuel W. Wolfson bibe dema ku ew di pola dehem de bû. Dema ku 17 salî bû wê dibistana bilind qedand û çû Los Angelesê da ku kariyera lîstikvaniyê bişopîne.[4][5][6]
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Wê di destpêkê de xwest ku bibe model, lê jê re hate gotin ku ew bi qasî 1.65 m ne dirêj e ku bibe model û divê li şûna wê bala xwe bide ser lîstikvaniya di reklaman de.[4] Piştî ku waneyên reklam û lîstikvaniyê girt, ew ji lîstikvaniyê hez kir û dît ku ew ji modelsaziyê hevyaz dike.Greene dibistana bilind zû qedand û çû Los Angelesê da ku kariyera lîstikvaniyê bişopîne.[4]
Di destpêka kariyera xwe de, ew di pêşandanên televîzyonê yên wekî Punk'd û Crossing Jordan û di reklaman wek mînak yên Burger Kingê de xuya bû. Di 2005 de, wê di klîba muzîkê ya dûeta t.A.T.u ya bi sernavê Dangerous and Moving de lîst.
Di sala 2008an de gava ku Greene rola Alice Cullen di rêzeya fîlmên Twilight de li ser bingeha rêzromana Stephenie Meyer ên bi heman navî, leyîst, riyeke nû ji bo wê re ve bû. Rêzefîlm ji fîlmên Twilight, The Twilight Saga: New Moon, The Twilight Saga: Eclipse, The Twilight Saga: Breaking Dawn - Part 1 û The Twilight Saga: Breaking Dawn - Part 2 , ku di salên 2008, 2009, 2010, 2011 û 2012 de derketine pêk tê. Di sala 2009an de, wê di handara kanadayî Summer's Blood de lîst, ku di ciriya paşîn a heman salê de derketibû.[7][8][9]

Greene rola Michelle Burkham di dramaya Skateland de lîst, ku di sala 2010an de di Festîvala Fîlman a Sundance de cara yekem hate pêşandan. Di heman salê de, wê Xelata Style Icon li Hollywood Life's Young Hollywood Awards wergirt.[10]
Di sala 2011an de, wê di filma Butter de ligel Jennifer Garner û Ty Burrell lîst. Ashley Kaitlin Pickler dilîze, keça serhildêr a Laura Pickler, ku ji hêla Jennifer Garner ve tê lîstin.
Di fîlma A Warrior's Heart (2011) de, wê dîsa bi hevkarê xwe ji fîlmên Twilightê Kellan Lutz re di fîlmek de lîst û rola Brooklyn Milligan, ku evîndara karakterê Lutz e, girt.[11]
Di sala 2012 de, Greene di drama ciwanan LOL de ligel Miley Cyrus û Demi Moore lîst. Greene dî fîlmê de rola Ashley dilîze, hevdibistaneke Lola, karakterek ku ji hêla Miley Cyrus ve tê lîstin, ku ew di destpêkê de dijber in lê piştre ber bi dawiyê ve têkiliya wan diguhere.[12] Di çiriya paşîn a 2011an de, medyayan ragihandin ku lîstikvan dê di rêzefîlma amerîkî Pan Am de bileyize û di destpêkê de bi sê beşan ve peywirdar bû.Ew rola Amanda dilîze, ku rasterast bi Ted re di têkiliyê de ye, ku ji hêla Michael Mosley ve tê lîstin.Karakterên herduyan jî hevalên zaroktiyê ne, ji ber ku dê û bavê wan jî heval bûn. Di destpêka adara 2012an de, medyayan ragihandin ku lîstikvan dê rola Alice Garano di fîlma Amerîkî de li ser kanala ABC, Americana bilîze.Ashley rola keçek dilîze ku dikeve nav karsaziya sêwiraner Robert Soulter, karakterek ku ji hêla Anthony LaPaglia ve tê lîstin.[13]
Di sala 2012an de, wê di fîlma tirsnak The Apparition de lîst, ku çîroka hevjîna ciwan Kelly (Greene) û Ben (Sebastian Stan) vedibêje, yên ku dema bûyerên ecêb li mala wan diqewimin, vedibînin ku hebûnek heye ku di ceribandinek parapsîkolojîk a zanîngehê de bi çewtî hatiye gazî kirin.Ev bejnûbala tirsnak her ku hewl didin birevin wan diêşîne.Hêviya wê ya paşîn pisporek serxwezayî ye (Tom Felton), lê bi alîkariya wî jî, dibe ku ew pir dereng be ku wê ji hêzek tirsnak bifilitîne.Fîlm di 1ê sibata 2010an de dest pê kir û di sala 2012an de derket.

Di sala 2013an de, Greene di fîlma dîrokî CBGB de li ser yaneya muzîkê ya berê ya Manhattanê bi heman navî lîst.[14]
Jiyana kesane
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Greene di kanûna 2016an de bi kesayetiyê televîzyonê yê awistralî Paul Khoury ve dergistî bû. Ew di 6ê tîrmeha 2018an de li San Jose, Kalîforniya zewicîn.[15] Di adara 2022an de, Greene ragihand ku ew û mêrê wê li hêviya zaroka xwe ya yekem bûn. Keça wan di Îlona 2022 de jidayîkbû.[15]
Greene hevala hevkarên xwe yên Twilight, Kellan Lutz û Jackson Rathbone ye, ku ew berî destpêkirina kişandina rêzeya fîlman nas dikir.[16][17] Wê diyar kir ku ew bi temaşekirina futbola amerîkî mezin bûye û heyraneke Florida Gators e.[18] Di heman demê de ew di lîstikek Green Bay Packers a 2010an de li dijî New York Giants bi hevalê wê demê Joe Jonas û Jessica Szohr re li stadyûma Lambeau Field jî hate dîtin.
Di sala 2009an de, xwe-portreyên tazî yên Greene li ser înternetê derketin. Parêzerên wê gef lê dan ku dê dozê li malperên cuda yên ku wêneyan weşandine.[19][20][21][22]
Greene ji bo reklama SoBe ya ku di sala 2010an de di weşana Sports Illustrated Swimsuit Issue de derketibû, bi bîkîniyekî bigonî tazî poz da. Di hezîrana 2010an de, ew wekî nûnera Avon hate binav kirin, bû rûyê nû yê Mark Cosmetics, li şûna lîstikvaneke din, Lauren Conrad, ku çend salan rûyê markeyê bû. Ew ji bo markeya kozmetîkê berdewam dixebite.[23]
Greene ji ber biryara xwe ya nûnertiya Avon û kampanyaya bidawîkirina ceribandina kosmetîkên li ser ajalan ji hêla PETAyê ve hate xelat kirin.[24]
Fîlmnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Sernav | Rol |
|---|---|---|
| 2007 | King of California | McDonald's Customer |
| 2008 | Otis | Kim #4 |
| Twilight | Alice Cullen | |
| 2009 | Shrink | Missy |
| Summer's Blood | Summer Matthews | |
| The Twilight Saga: New Moon | Alice Cullen | |
| 2010 | Skateland | Michelle Burkham |
| The Twilight Saga: Eclipse | Alice Cullen | |
| Radio Free Albemuth | Rhonda | |
| 2011 | A Warrior's Heart | Brooklyn Milligan |
| Butter | Kaitlin Pickler | |
| The Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 1 | Alice Cullen | |
| 2012 | LOL | Ashley |
| The Apparition | Kelly | |
| The Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 2 | Alice Cullen | |
| 2013 | CBGB | Lisa Kristal |
| 2014 | Wish I Was Here | Janine |
| Kristy | Violet | |
| Burying the Ex | Evelyn Morrison | |
| 2015 | Staten Island Summer | Krystal Manicucci |
| Shangri-La Suite | Priscilla Presley | |
| 2016 | Urge | Theresa |
| In Dubious Battle | Danni Stevens | |
| Max & Me | Rachel (voice) | |
| 2018 | Accident Man | Charlie Adams |
| 2018 | Antiquities | Ellie |
| 2019 | Bombshell | Abby Huntsman |
Televîzyon
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Nav | Rol | Şîrove |
|---|---|---|---|
| 2006 | Crossing Jordan | Ann Rappaport | Beşa: "The Elephant in the Room" |
| Mad TV | Amber | Beşa 11.17 | |
| Desire | Renata | 7 beş | |
| 2008 | Shark | Natalie Faber | Beşa: "Partners in Crime" |
| 2011–12 | Pan Am | Amanda Mason | 5 beş |
| 2012 | Americana | Alice Garano | Unsold pilot |
| 2016 | Hell's Kitchen | Herself | Beşa: "Dancing in the Grotto" |
| 2016–17 | Rogue | Mia Rochland | |
| 2019 | Christmas on My Mind | Lucy Lovett |
Xelat û namzet
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Sal | Komel | Kategorî | Kar | Netîce | Encam |
|---|---|---|---|---|---|
| 2009 | Teen Choice Awards | Choice Movie: Fresh Face Female | Twilight | Qezencbûyî | |
| Scream Awards | Best Supporting Actress | Berendamî | |||
| Best Ensemble Cast | Berendamî | ||||
| 2010 | Teen Choice Awards | Scene Stealer Female | The Twilight Saga: New Moon | Qezencbûyî | |
| Most Fanatic Fans (Shared with cast) | Qezencbûyî | ||||
| 2011 | Scene Stealer Female | The Twilight Saga: Eclipse | Qezencbûyî | ||
| 2012 | The Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 1' | Qezencbûyî | |||
| Young Hollywood Awards | Female Superstar of Tomorrow | Qezencbûyî |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Avila, Daniela (24 sibat 2022). "Ashley Greene Says She and Husband Paul Khoury 'Definitely' Want Kids: 'We Both Can't Wait'". People. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2022.
- ^ "Ashley Greene". It's On with Alexa Chung (Interview). Roportaj ji aliyê Chung, Alexa ve. 16 tîrmeh 2009. Ji orîjînalê di 17 çiriya paşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2009 – bi riya YouTube.
- ^ "Q&A: Twilight's Ashley Greene". Vanity Fair (Interview). Roportaj ji aliyê Frelinghuysen, Louisine ve. 3 çiriya paşîn 2008. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2022.
- ^ a b c Radish, Christina (18 çiriya paşîn 2008). "Ashley Greene in "Twilight"". Media Blvd Magazine. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2008.
- ^ Duerden, Nick (çiriya paşîn 2008). "Dusk 'til dawn". ashleygreenefan.com. Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 tîrmeh 2009.
- ^ Soergel, Matt (13 kanûna pêşîn 2008). "From Jacksonville to Hollywood and a hit movie". The Florida Times-Union. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2022.
- ^ Jocelyn Vena (23 sibat 2009). "Ashley Greene Says 'New Moon' Script Tops 'Twilight'". MTV. Ji orîjînalê di 12 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 adar 2009.
- ^ "Peter Facinelli, Ashley Greene, Kellan Lutz, Jackson Rathbone, Elizabeth Reaser, Nikki Reed, and Billy Burke Sign on to BREAKING DAWN; Plus Three New TWILIGHT: ECLIPSE Posters". Collider. 19 gulan 2010. Ji orîjînalê di 26 gulan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 20 gulan 2010.
- ^ "Summer (2009)". Internet Movie Database. Roja gihiştinê 15 tebax 2009.
- ^ Brad Miska (21 adar 2010). "Ashley Greene Conjures Up 'The Apparition'". Bloody Disgusting. Ji orîjînalê di 24 adar 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 adar 2010.
- ^ Larry Carroll (19 kanûna pêşîn 2008). "Twilight' Siblings Ashley Greene And Kellan Lutz Reunite As Love Interests In 'Warrior". MTV. Ji orîjînalê di 20 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2008.
- ^ "Twilight Saga's Ashley Greene May Be Seeing an Apparition". Dreadcentral.com. 1 sibat 2010. Roja gihiştinê 1 gulan 2010.
- ^ "Ashley Greene and Sebastian Stan Film The Apparition | ClevverTV – Latest Teen Entertainment News, Gossip, Movie Previews, Music, and More!". ClevverTV. 1 nîsan 2010. Ji orîjînalê di 5 nîsan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 gulan 2010.
- ^ "Star Tracks". People. Ji orîjînalê di 10 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2013.
- ^ a b "Twilight's Ashley Greene Gives Birth, Welcomes First Baby With Paul Khoury". E! Online. 19 îlon 2022. Roja gihiştinê 19 gulan 2026.
- ^ Murray, Rebecca (10 çiriya paşîn 2008). "Exclusive Interview with Kellan Lutz from Twilight". About.com. Ji orîjînalê di 28 sibat 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 14 çiriya paşîn 2008.
- ^ "Ashley Greene plays Twist's Celeb Fastball!". Twist. 16 adar 2009. Ji orîjînalê di 18 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 adar 2009.
- ^ "Spotted: Ashley Greene With A Major Sports Star At The Espy Awards!". MTV News. Ji orîjînalê di 13 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2022.
- ^ Orloff, Brian (10 tebax 2009). "Ashley Greene Threatens Legal Action over Nude Pictures – Scandals & Feuds, Ashley Greene". People. Ji orîjînalê di 12 tebax 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2011.
- ^ "Ashley Greene Nude Pics Hit Web Pictures". CBS News. 15 çiriya paşîn 2008. Ji orîjînalê di 25 hezîran 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2011.
- ^ Duck, Charlotte. "Twilight star Ashley Greene threatens to sue over naked pictures". Glamour. Ji orîjînalê di 21 çiriya paşîn 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2011.
- ^ Condie, Suzanne (12 tebax 2009). "People: 'Twilight' star Ashley Greene nude photo scandal". The Arizona Republic. Roja gihiştinê 1 kanûna pêşîn 2011.
- ^ "Twilight Star Snags PETA Award". People for the Ethical Treatment of Animals. 8 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê di 11 tîrmeh 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 tîrmeh 2010.
- ^ "BREAKING NEWS! Ashley Greene Will Receive The Style Icon Award At HollywoodLife's Young Hollywood Awards!". Hollywood Life. 23 nîsan 2010. Ji orîjînalê di 29 nîsan 2010 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 nîsan 2010.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ashley Greene li ser Xê
- Ashley Greene li ser IMDbê