Asklêpios
| Bav | |
|---|---|
| Dê | |
| Hevjîn | |
| Zarok | |
| Vénéré par |
Dînê Yewnanistana kevnare (en) |
Asklêpios (yewnanî: Ἀσκληπιός) hekîm û bijîşkekî di mîtolojiya yewnanî û çîrvanokên Yewnanistana kevnare de bû. Lawê Apolon û dotmîr Koronîs e. Zeus ditirsa ku dermanê nemiriyê çêke, wî pê destê Kîklopan da kuştin.[1]
Teswîrkirin û hebandina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di demên zû de ew wek lehengekî hatiye qebûlkirin. Mînak di nav Îlyadayê jî ew lehengek e. Lê di demên dereng de ew ji xeynî lehengiyê wek xwedawendeke hatiye hesibandin.
Çanda Asklêpios di herêma Teselyayê derket lê paşî belavê hemû Yewnanistana kevnare bû. Li bajarê Epidaurusê jî bo wî perestgeh hate avakirin. Di sala 293ê berî zayînê de çand derbasî Romaya kevnare bû û bi navê Aesculapius wek xwedawendek hat qebûlkirin.[1]
Mîta wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Asklêpios kurê xwedawend Apolon û dotmîra Teselyayê Koronîs e. Ev jî wê dike nîv-xwedawend. Li gorî hin rîwayetan ji ber ku Asklêpios bêzewac an go nehelal çêbû. Ji ber vê diya wî, wî emanetê seg û bizinekî kir. Asklêpios wisa bê dê mezin bû, lê bavê wî alîkariyê ji wî kêm nekir. Bavê tibê û gîyayên bişîfa şanî wî kir.
Di dema xortaniya xwe ew li hespmêr Xîron jî perwerde stand. Zanayekî baş bû. Lê navê wî û jêhatîbûna wî çû heya li Zeus. Zeus bihîst ku Asklêpios dikare miriyan jî vejîne. Zeus li vê gotinê tirsa pê brûskê wî kuşt. [2]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara têkildarî mîtolojiya yewnanî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |