Astengdarî
Astengdarî an jî seqetî, ew rewş e ku ji bo kesekî pêkanîna hin çalakiyan an jî gihîştina wekhev a li nava civakekê dijwartir dike. Astengdarî dikare kognîtîv (girêdayî zanin û têgihiştinê), pêşveçûnî, rewşenbîrî, derûnî, fîzîkî, hestewarî an jî têkeliyek ji gelek faktoran bin. Astengdarî dikare ji zayînê ve hebe an jî di nava heyata kesekî de peyda be. Di warê tarîxê de, astengdarî tenê li ser bingeha komek pîvanên teng hatiye naskirin; lêbelê, astengdarî ne rewşên dualî (ango tenê "heye" an "tune ye") ne û dikare li gorî kesê bi awayekî taybet û cuda xuya be.[1] Astengdariyek dikare bi hêsanî xuya bibe, an jî di cewherê xwe de ne-xuya be.
Di seranserê tarîxê de, bi perspektîfên çeşîd ên teorîk, astengdarî bi awayên cuda hatine dîtin. Du modelên sereke hene ku hewl didin astengdariyê di civaka me de rave bikin: modela bijîşkî û modela civakî.[2] Modela bijîşkî wekî çarçoveyek teorîk kar dike ku astengdariyë wekî rewşek bijîşkî ya nexwestî ku lazimeyê dermankirina taybetî ye dibîne. Yên ku xwe dispêrin modela bijîşkî, meyla wan heye ku li ser dîtina sebebên bingehîn ên seqetiyan û herwiha her dermankirinê - wekî teknolojiya alîkar - bisekinin. Modela civakî astengdariyê wekî sinorkirinek ji hêla civakê ve hatî afirandin li ser kesên ku xwedî heman şiyana piraniya nifûsê nînin, navend dike. Yên ku xwe dispêrin modela civakî, meyla wan heye ku li ser gihîştin û helwestên civakî/kulturî yên li hember astengdariyê bisekinin. Her çend modela bijîşkî û modela civakî çarçoveyên herî gelemperî ji bo astengdariyê bin jî, gelek modelên din hene ku astengdariyê teorîze dikin.[3]
Mîna gelek kategoriyên civakî, têgeha "astengdarî" di nav akademiyê, cîhanên bijîşkî û hiqûqî û civaka astengdaran de di bin nîqaşên giran de ye. Gelek terim hene ku aliyên astengdariyê rave dikin. Her çend hin terim tenê ji bo danasîna diyardeyên têkildarî astengdariyê hene jî, yên din li dora damxekirin û dûrxistina kesên astengdar hatine navend kirin. Hin terim xwedî wateyek ewqas neyînî ne ku ew wekî heqaret têne hesibandin.[4] Xalek nîqaşê ew e ku gelo çaxa ku behsa astengdarî û kesek tê kirin, bikaranîna zimanê pêşî yê kesî (ango kesekî ku astengdar e) an zimanê pêşî yê nasnameyê (ango kesekî astengdar) guncaw e.
Ji ber marjînalîzekirina (ji dûrxistina civakê) kesên astengdarî, gelek sedemên çalakvanan hene ku ji bo muameleyek wekhev û gihîştina civakî zextê dikin. Çalakvanên astegndariyan ji bo bidestxistina heqên wekhev û hiquqperwer di bin qanûnê de têkoşîn kirine - her çend hîn jî pirsgirêkên siyasî hene ku zordestiya kesên astengdar çalak dikin an pêşve dixin. Her çend çalakvaniya astengdariyan ji bo hilweşandina sîstemên bêalî xizmet dike jî, normên civakî yên têkildarî têgihîştina astengdariyan pir caran ji hêla tropên ku ji hêla medyayê ve têne bikaranîn têne xurt kirin.[5] Ji ber ku têgihîştinên neyînî yên astengdariyë di civaka nûjen de belav in, kesên astengdar berê xwe dane xweparêziyê da ku li dijî marjînalîzekirina xwe bisekinin. Kesên astengdar ên ku parêzvaniya heqên wan dikin, pir caran balê dikişînin ser vê rastiyê ku astengdarî wekî nasnameyekê tê dîtin; nasnameyek ku li gorî nasnameyên din ên piralî yên kesî, bi awayekî cuda tê heyatkirin. Dûrxistina mijara astengdariyê ji nava civaka giştî, derfetek ji bo derketina holê ya kultureke taybet a astengdaran afirandiye. Herçend çalakvanên astengdar hîn jî piştgiriyê didin tevlîbûna kesên astengdar a nava civaka giştî, lê ji bo pêşxistina civakeke astengdaran, gelek qadên taybet ên tenê ji bo wan hatine avakirin —wekî di warên huner, medyaya civakî û sporê de.[6]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Francis, Leslie; Silvers, Anita (1 çiriya pêşîn 2016). "Perspectives on the Meaning of "Disability"". AMA Journal of Ethics. 18 (10): 1025–1033. doi:10.1001/journalofethics.2016.18.10.pfor2-1610. ISSN 2376-6980. PMID 27780027.
- ↑ "Medical and Social Models of Disability". Office of Developmental Primary Care. Ji orîjînalê di 8 sibat 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 sibat 2024.
- ↑ Wright, Kathryn M (1 hezîran 2024). "Getting to Disability Justice: A Critical Conceptual Review of Disability Models in U.S. Social Work". The Journal of Sociology & Social Welfare (bi îngilîzî). 51 (1): 70–81. doi:10.15453/0191-5096.4723. ISSN 0191-5096.
- ↑ Barnes, Elizabeth (2014). "Valuing Disability, Causing Disability". Ethics. 125 (1): 88–113. doi:10.1086/677021. ISSN 0014-1704. JSTOR 10.1086/677021.
- ↑ "Social exclusion and reintegration". Ji orîjînalê di 29 çiriya pêşîn 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2014.
- ↑ Felix, Cathrine Victoria (24 sibat 2024). "A Critique of the Inclusion/Exclusion Dichotomy". Philosophies. 9 (2): 30. doi:10.3390/philosophies9020030. ISSN 2409-9287.