Asyaya Rojhilat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Asyaya Rojhilat (kesk)

Asyaya Rojhilat, Asya Rohhelat, hêla rojhilat a Asyayê ye. Çîn, Taywan, Japonya, Kore (Korêya Bakur û Korêya Başûr), Rojhilata Dûr a Rûsyayê û yekcarê jî Mongolya wek welatekî Asyaya Rojhilat tên hejmartin, lê Mongolya bigiştî wek welatekî Asyaya Navendî tê hejmartin. Bi şêniyekê 1,5 milyar kesan 1/4 ya şêniya tevahî yê dinyayê li Asyaya Rojhilat dijîn. Çend paytextên girîng ên Asyaya Rojhilat ew in: Pekîn (Çîn), Taîpeî (Taywan), Tokyo (Japonya), Pyongyang (Korêya Bakur), Sêûl (Korêya Başûr), Habarovsk (Herêma Rojhilat a Dûr a Rûsyayê) û Ulaanbaatar (Mongolya).

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]