Auguste Jaba

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Alexander Auguste Jaba (bi polonî: August Kościesza-Żaba), (z. 1801 Krasław − m. 3'ê rêbendanê 1894 li Îzmîrê) rojhilatnas û kurdzanekî polonî ye.

Alexandere (Auguste) Jaba (1803-1894), di sala 1804'an de li Polonyayê hatiye dinê û bavê wî kesekî gundî yê xwedî milkeki zêde bûye û bi eslê xwe cihû ne. Di sala 1824 an de di wezareta derve dibe werger. Di navbera salên 1824 -1828 de li Zanîngeha Vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê dixwîne. Di sala 1830'yî de, di beşa zimanên rojhilatê de, dibe wergerê zimanê Tirkî. Di sala 1832’yan de bi wezîfe diçe Stenbolê û di sala 1835’an de jî car din li ji aliyê wezareta derve ve li Izmîrê tê wezîfedarkirin. Di sala 1843’yan de, li ser biryara serokatiya meclisa împaratoriyê dibe sekreterê dîwana serokatiyê û di sala 1848 an de jî dibe konsolosê Erziromê. Ev wezîfeya wî heta sala 1869'an dewam dike. Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî dike. Li wir Mele Mehmûdê Bazîdî nas dike û li ber destê wî Kurdî jî hîn dibe. Ew yek ji wan kesan e ku di sedsala 19'an de, damezirînerê destpêkî yê lêkolîna edebiyata Kurdî bê hesêbkirin. Ev wezîfeya han ji aliyê Akademiya Zanistî ya Bilind a Petersburgê ve jê re tê dayin. Ew jî birek mele û zanayên Kurd li dora xwe berhev dike û bi alikariya wan dest bi berhevkirin, lêkolîn, werger û nivîsandina destnivisên kevn ên Kurdî dike. Mele Mehmûdê Bazîdî, di nav wan meleyan de ê herî zîrek û zana bûye. Piştre jî bi A. Jaba re wekî sekreter û mamosteyê wî kar dike.[1]

A. Jabayî gelek zimanan bi qasî pisporên wan zimanan baş dizanî. A. Jabayê ku bi rûsî, fransî, almanî û tirkî pir baş dizanî, demeka dirêj li herêmên kurdan dimîne û ji Mela Mehmûdê Bazîdîyî, ku di nameyên xwe yên şexsî da wekî "mamoste" behis kirîye, di asteka berz da hînî kurmancîyê bûye. Asta kurmancîya xwe di nameyeka xwe da ku ji Dornê rojhilatnas ra dişîne, bi vê gotina xwe derdibire:

Hingî min kurmancî xwend û gihiştim asteka wisa, êdî dikarim bi Kurmanci bixebitim û dikarim wergêrîyebikim.[2]

Li ser adet çîrok û wêjeya kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirin heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna zanayê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bazîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.


Binere jî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.
  2. Oztirk, M., & Bilbil, M. (2019). Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan (Vol. 1). Stenbol: Weqfa Mezopotamyayê.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)