Aurelius û Nataliya
Aurelius û Nataliya (m. 852) du hevjînên xiristiyan bûn ku ji aliyê Ebdurehman II, Mîrê Qurtubeyê ve ji ber redkirina devjêberdana baweriya xwe hatine kuştin. Ew ji aliyê Dêra katolîk û Dêra ortodoks ve wekê şehîd û kes ên pîroz ên dînê xiristaniyê têne hesibandin.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Aurelius li Îşbîliyeya (îro Sevilla) wekê zaroka malbateke dewlemend ji dayik bûye. Bavê wî erebekî misilman û dayika wî xiristiyanek bû. Di zarokatiya xwe de sêwî maye ku ji aliyê xaltîkekê ve hatiye mezin kirin ku tê bawer kirin bi dizî bûye xiristiyan. Di wê demê de, xiristiyan li padişahiyên Morî dihatin çewisandin.[1]. Aurelius bi Sabigotho re zewiciye ku keçek ji malbateke misilman bû. Piştî dawetê, Sabigotho biryar daye ku bibe xiristiyan û navê Nataliya li xwe dayne. Ev cot li Îmarata Qurtube dijiyan, keçeke wan çêdibe û bi dizî wekê xiristiyan jiyane. Di wê demê de, guhertina ji îslamê ji bo xiristiyaniyê sûcek bû ku bi mirinê dihate cezakirin.[2].
Rojekê Aurelius dibe şahidê qamçikirina bazirganekî xiristiyan ku baweriya xwe bi Mesîh eşkere kiribû. Aurelius û Nataliya ji vê bûyerê şok dibin û biryar didin ku êdî nikarin baweriya xwe veşêrin. Wan ji bo keça xwe pere veqetandin û pereyên mayî li feqîran belav kirin. Piştre wan bi eşkereyî dest bi ragihandina baweriya xwe û lênêrîna xiristiyanên girtî kirin.
Bîranîn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Roja cejna Aurelius û Nataliya di 27ê tîrmehê de ye. Ew di nav şehîdên Qurtubeyê de ne ku 48 xiristiyanên ku di navbera salên 850 û 859an de li vê bajarî hatine bidarvekirin de ye.
Bermahiyên Aurelius di gorîgehekê de li bazîlîkaya Katedrala Metropolitan a Santa María la Antigua li Panama têne parastin.