Awistirya
| Österreich |
||||||
|---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
| Dirûşm: Arrive and revive |
||||||
| Sirûd: Land der Berge, Land am Strome |
||||||
Awistirya li ser nexşeyê![]() | ||||||
| Paytext | 48°Bk, 14°Rh | |||||
| Zimanên fermî |
|
|||||
| Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
| Rêveberî | federal parliamentary republic, pergala nîvserokatiyê |
|||||
| • | Serokdewlet | Alexander Van der Bellen (2017–) |
||||
| • | Serokwezîr | Christian Stocker (2025–) |
||||
| Avakirin | ||||||
| • | Dema avakirinê | 12 çiriya paşîn 1918 |
||||
| • | Rûerd | 83.878,99 ±0.01 kîlometre çargoşe (2014) |
||||
| Gelhe | ||||||
| • | Giştî | 8.979.894 (2022) |
||||
| Dirav | ||||||
| Demjimêr | ||||||
| Hatûçûna ajotinê | ||||||
| Koda telefonê | +43 | |||||
Awistirya,[a] bi fermî Komara Awistiryayê (bi almanî: Republik Österreich) dewleteke federal, di Ewropaya navîn de ye. Bi sîstema demokrasiya parlemanî tê îdarekirin. Ciranên Awistiryayê ji bakur ve Almanya û Komara Çekyayê in, li rojhilat Slovakya û Mecaristan, li başûr Slovenya û Îtalya û ji aliyê rojava Swîsre û Liechtenstein ne. Dewleta federal ji sala 1955an pê ve endamê Neteweyên Yekbûyî e û ji sala 1995an pê ve jî endamê Yekitiya Ewropayê ye. Tê texmîn kirin ku li Awistiryayê derûdora 55.000 heta 80.000 kurd hene ku bi piranî li bajarên Viyana û Grazê dijîn.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Navê Awistiryayê bi almanî ji "Österreich" e û maneya xwe bi almaniya bala jî "Împeratoriya Rojhilatê" an "Merzê Rojhilatê" ye.[1]
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Awistirya ji Gola Konstanz li rojava heya Gola Neusiedlersee li rojhilat dirêj dibe. Dûrahiya ji xala herî rojhilat heya xala herî rojava 570 kîlometre ye û ji xala herî bakûr heya nuqteya herî başûr nêzîkê 300 kîlometre ye.
Nêzîkî sê-çarêkên welêt çiyayî ye, ji ber ku li Alpên Rojhilat e. Dirêjahiya Çemê Dunayê, ku welêt ji rojava ber bi rojhilat ve li bakûr derbas dike, 350 kîlometre ye. Ev beş cihên herî nizm in. Çiyayên Alp Li Awistirya, wan ji rojava ber bi rojhilat ve welatê xwe di sê rêzan de girt. Çiyayê herî bilind ê welatî "Grossglockner" e ku bilindahiya wî 3798 mêtre ye.
Her çend bi golên pir dewlemend be jî, ev gol pir piçûk in. Gola wêya herî mezin Gola Neusiedl e, ku rûbera wê 320 km² ye. Beşek jê jî Mecaristan ye.
Nifûs
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
|
| |||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| Çavkanî: Li ser Wîkîdaneyê bibîne | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
Turîzm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çiya, daristan û geliyên Awistirya di havîn û zivistanê de cihên betlaneya îdeal in. Gol, Çiya û gelî bi werzîşên xweyên cihêreng navdar in. Viyana navenda muzîk, hunerên bedew û bîrdariyên dîrokî ye. Opera, galeriyên hunerî û pêşandanên baleyê li Paytextê têne berhev kirin. Bi hezaran ziyaretvan di mehên zivistanê de ji bo ski bikin tên Awistiryayê.
Binêre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Not
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ wek Austriya, Awistriya, Awistiriya, Ewistirya û Ostriya jî tê nivîsandin. Yan jî Otrîş an Nemsa

