Here naverokê

Azis

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Azis
Navê rastî
Васил Троянов Боянов Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn7 adar 1978 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Slîven Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîBulgaristan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Azis (jdb. 7ê adarê 1978 li Slîven, Bulgaristan wekî Vasîl Trayanov Boyanov, Васил Траянов Боянов) hunermendekî bulgarî ya çalga ye.[1][2] Bi stranên wekî "Hop", "Sen Trope" û "Mrazish" bala navneteweyî kişand û li welatên cîran ên wekî Yewnanistan, Romanya û Serbistanê navdar bû.

Azis, ku ji malbateke roman tê, li Sliven di zindana jinan de hatiye dinê.[3] Ew di malbateke roman de mezin bû, ku bi xizanî û cudakariya civakî re rûbirû mabû.

Azis di temenek ciwan de eleqeya xwe bi muzîkê re pêş xist û di destpêkê de bi muzîka kevneşopî ya romanan re dihat nasîn. Ew li Kostînbrod û Sofyayê mezin bû û di sala 1989an de, di yanzdeh saliya xwe de, malbata wî li gel wî koçî Almanyayê kir. Wî dibistan tenê heta pola pêncan xwend, paşê kariyereke wek model ceriband, lê bi ser neket. Ew di dawiyê de vegeriya Bulgaristanê û xwe da muzîkê.

Bi derxistina albûma xwe ya bi navê “Kraliat na chalga” (Keyê Çalgayê) di sala 2004 de ew wergeriya yek ji fîgurên sereke yên pop-folk a Bulgaristanê. Azis bi şêwaza muzîka xwe tê zanîn, ku hêmanên kevneşopî yên çalga bi pop, dans û lêdanên elektronîk yên nûjen dixe nav hev. Di gel muzîka xwe, wî ji bo xuyabûna xwe ya neasayî jî bal kişand, ji ber ku wî bi kostumên xwe pir caran bi rolên zayendî lîst û bi şekil û şemala xwe ya androgîn serê mirov tevlihev kir.[4] Bi vî havî Azis bi cil û bergên balkêş, makyajên giran û porê xwe yê bêhempa derkete dikê û zû wergeriya îkoneke civaka LGBTQ+ li Bulgaristanê.[5]

Ji bilî kariyera xwe ya muzîkê, Azis di heman demê de wekî pêşkêşvan û lîstikvanek jî xuya bû û di bernameyên cûrbecûr yên Televîzyona Bulgaristanê de hate dîtin. Vîdyoyên wî yên ecêb û performansa wî ya provokatîv berdewam kirin û temaşevanan polarîze dikirin, lê di heman demê de jî bûne alîkar, ku nîqaşên girîng derbarê mijarên çandî û civakî de derbikevin. Azis gelek albûm û single derxistin û bi dehsalan e beşek girîng a muzîka Bulgaristanê ye.

Di sala 2005an de ew di hilbijartina parlemana Bulgaristanê de li ser lîsteya partiya Euroroma cih girt, ku berjewendiyên hindikayiya roma temsîl dike.[6] Partî ji ber benda ji sedî 5 ya beşdarbûnê nekete parlamenê.

Di sala 2006an de Azis beşdarî pêşbirka strana Eurovisionê bû û wekî vokalîst ji bo hunermenda bulgarî Mariana Popova derket ser dikê.[7][8][9] Dû re ew beşdarî çapa bulgarî ya Big Brother bû, lê piştî 19 rojan li ser daxwaza xwe ji pêşangehê derket.

Di 1ê cotmeha 2006ê de, Azis bi hevjînê xwe Nikolai Petrov Parvanov re di kampanyayeke ji bo mafên kesên LGBT de li Stadyuma Neteweyî zewicî. Ji ber ku li Bulgaristanê zewaca hevzayendan ji aliyê dewletê ve naye naskirin, ev zewac xwediyê karaktereke sembolîk bû. Wan daxuyand ku ewê zaroka stranbêjê ya bi navê "Raia" mezin bikin.[5]

Tevî nakokiyên li dora wî, Azis gelek xelat bi dest xistiye û ji ber tevkariya wî ya di çanda pop de tê naskirin. Wî bi awayekî aktîv ji bo mafên hindikayiyan kampanyayê cuda dane meşandin û gelek caran di stranên xwe de behsa neheqiyên civakî kir.

  1. ^ Samson, Jim (15 hezîran 2013). Music in the Balkans (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-25038-3.
  2. ^ Kenrick, Donald (9 nîsan 2010). The A to Z of the Gypsies (Romanies) (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-1-4616-7227-2.
  3. ^ "„Hast du mich erkannt?"". fm4.ORF.at (bi almanî). 12 îlon 2018. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  4. ^ Sommerbauer, 25 03 2009 um 20:02 von Jutta (25 adar 2009). "Der meistgehasste Superstar". Die Presse (bi almanî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ a b "Bulgaria's Gay Idol Becomes Father - Novinite.com - Sofia News Agency". www.novinite.com. Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.
  6. ^ Imre, Anikó (2009). Identity Games: Globalization and the Transformation of Media Cultures in the New Europe (bi îngilîzî). MIT Press. ISBN 978-0-262-09045-2.
  7. ^ Taras, Ray (31 tîrmeh 2008). Europe Old and New: Transnationalism, Belonging, Xenophobia (bi îngilîzî). Rowman & Littlefield Publishers. ISBN 978-0-7425-5734-5.
  8. ^ Fricker, K.; Gluhovic, M. (13 gulan 2013). Performing the 'New' Europe: Identities, Feelings and Politics in the Eurovision Song Contest (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-1-137-36798-3.
  9. ^ "Dailymotion". www.dailymotion.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2025.