Bêhrûz Şocayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bêhrûz Şocayî
Jidayikbûn1970 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bêhrûz Şocayî (jdb. 1970 Kotol, Xoy), nivîskar û zimannas kurd e û ji Rojhilata Kurdistanê ye.

Bêhrûz Şocayî di 23ê çiriya pêşîn a 1970î de li qeza Kotolê, ser bi bajarê Xoy ji dayik bû. Di sala 1976a de tevî malbata xwe koçî Azerbaycana Îranê kir. Salên 1979/80 dîsan ji ber şerê bi dewleta Îranê re zivirîn Kotolê. Piştî şikestina serhildanê ji Kotolê diçin bajarê Tewrêzê.

Sala 1986an di 15 saliya xwe de mişext dibe û diçe Tirkiyê. Sala 1987 bi riya NY diçe Swêdê û li wir xwendina lîse û zanîngehê dawî dihîne. Sala 2003yan dest bi xwendina doktorayê dike. Di 2005an de koçî Başûrê Kurdistanê dike û li wir heta sala 2010an mamostetî dike, di rêveberiya Enstîtuya Kelepora Kurdî û Bingeha Rahênan û Geşedana Zanîngeha Dihokê de xebitî. Di 2010an de vegeriya Swêdê û li Saziya Mişextiyên Swêdê wekî efserê vekolînê kar kir. Di navbera salên 2013 û 2016an de li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mamostetiya bi peyman kir.

Şocayî endamê komîsyona kurmancî ya Enstîtuya Parîsê, 1996-2009 lêhûrnêrê ferhenga Swêdî-kurdî (soranî), stûnnivîs di heftenameya Kurdish Globe ye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]