Bîrûnî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ebû Reyhan Muhemmed bin Ehmed el-Bîrûnî
Pûlekî ji bona bîranîna Bîrûnî di 1973an de ji aliyê Yekîtiya Sovyetan ve hat amadekirin.
Navê rastî
أبو الريحان محمد بن أحمد البَيْرُوني
Jidayikbûn15ê îlona 973,
Mirin13ê kanûna pêşîn a 1048 (75 salî)
Xeznî - Efxanistan
EsilÎranî / Fars
PîşeMatematîk, Stêrnasî, Fizîk, Dîrok, Felsefe, Civaknasî û Kîmya
BandorbarArîstoteles, Batlamyûs, Aryabhata, Muhemmed Pêxember, Dînewerî, Ebû Nesr Mensûr
BandorkerÎbn Sîna, Omer Xeyam, Îbn Heysem
DînÎslam
biguhêreBelge

Bîrûnî an Beyrûnî yan jî Ebû Reyhan el-Bîrûnî (jdb. 15 êluna 973 Xwarezm - m. 13ê kanûna pêşîn a 1048an Xeznî) fîlozof, matematîknas, stêrnas, fizîknas, dîroknas, kîmyager û civaknasê fars bû. Li rojavayê, bi navê Alîboron û Alberûnî tê naskirin.[1]

Bîrûnî li gundê Kath nêzî Xwarezmê (li Ûzbêkistana îro) hatiye dinyayê. Navê wî bi farisî tê wateya Berbajar. Bi şûnde navê wî li gundê wî Kat jî kirine. Ew dersên matematîk û stêrnasiyê ji Ebû Nesr Mensûr digire.

Ew bi fîlozofên weke, Îbn Sîna, Îbn Miskeweyh û mîrza Ebû'l Ebas Memûnê Xwarezmşah re hevkariyê dike. Bi Mehmûd Xeznewî re diçe Hindistanê, li wê derê zimanê wan hîndibe, hem li ser ola wan, hem jî li ser felsefa wan dixebite û pirtûkeke bi navê "Pirtûka Hindistanê" (bi erebî: Kitab el-Hind) li ser vedîtinên xwe dinivîse. Ew yewnanî, suryanî û berberî jî zanîbû. Wî pirtûkên xwe bi (zimanê xwe yê dayîkê) farisî û bi erebî dinivîsandin.[2]

Li gor zanînan nêzîkê sedûheştê (180) pirtûkên wî hene. Heftê (70) pirtûkên wî yên esmannasiyê û bîst (20) pirtûkên wî yên li ser matematîkê hene. Lê ji van pirtûkan, bi tenê bîstûheftên (27) wan, heta roja me hatine. 

Gotiye ku dinya di şeklê kûreyê de ye û dizivire. Pirtûkên wî, bi zimanekî gellek giran hatine nivîsandin, ku wî bi xwe jî gotiye ku ew pirtûkên xwe, ji bo zanyaran dinivîsîne. Hinek pirtûkên wî li zimanên rojavayê hatine wergerandin.

Ev tabloya heyvê ji aliyê Bîrûnî ve hatiye çêkirin.
Kratera Bîrûnî a li ser heyvê

Berhemên Bîrûnî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • El-Asar'il-Baqiye an'il-Kurûni'i-Hali-ye
  • El-Kanûn'ul-Mes'ûdî
  • Kitab'ut-Tahkîk Ma li'l-Hind
  • Tahdîd'u Nihayeti'l-Emakin li Tas-hîh Mesafet'il-Mesakin
  • Kitabu'l-Cemahir fî Ma'rifet-i Cewa-hir
  • Kitabu't-Tefhîm fî Evaili Sıbaati't-Tencîm
  • Kitabü's-Saydele fî Tib

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 21 çiriya paşîn 2014{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://www.iranicaonline.org/articles/biruni-abu-rayhan-ii
  • Ana Britannica – 4. Cilt / s. 269-271
  • Cyril Glassé (1991). The Concise Encyclopedia of Islam. HarperCollins, San Francisco. ISBN 0-905743-65-2