Bîra bergiriyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bîra bergiriyê an jî bi îngilîzî immunological memory[1]. Bergiriya çalak xaneyên bîrker lixwe digire. Anko pêkhateya hokara nexweşiyê di bîra sîstema bergiriya çalak de dimîne. Bi hebûna van xaneyan heke hokara nexweşiyê ya diyarkirî carek din tûşî laş bibe, li dij hokarê bi hêz û lez bersîvdana bergiriyê peyda dibe.

Bersîvdana bergiriya yekemîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bersîvdana bergiriya duyemîn bileztir û bihêztir e.

Gava laş cara peşîn rastê hokara nexweşiyê tê, bersîvdana laş a li dijî dijepeydaker, wekî bergiriya yekemîn bi nav dibe. Bi bersîvdana bergiriya yekemîn ve lîmfexaneyên B û lîmfexaneyên T çalak dibin, hejmara wan zêde dibe. Xaneyên plazma dijeten der didin, lîmfexane bi bergiriya xaneyî û bergiriya derdanî li dij hokara nexweşiyê berevaniya laş dikin[2] . Piştî têkşikestina hokara nexweşiyê, hinek ji lîmfexaneyên B û T diguherin û dibin xaneyên bîrker. Ev xaneyên bîrker ji bo hokara nexweşiyê ya diyarkirî taybet in. Anko her cora hokara nexweşiyê ya tûşî laş dibe, dibe sedema dirûstbûna corek xaneyên bîrker. Wekî mînak heke nexweşiya jana zirav (tuberkuloz) tûşî mirov bibe, dibe sedema çêbûna xaneyên bîrker ên taybet ji bo hokara nexweşiya jana zirav. Dibe ko demek din laşê mirov îcar tûşî nexweşiya sorikê bibe, vê gavê li dij hokara nexweşiya sorikê xaneyên bîrker tê dirûstkirin. Heke mirov bi arsimê bikeve îcar ji bo vîrusên arsimê xaneyên bîrker tên dirûstkirin. Piştî saxbûnê, xaneyên bîrker ji bo demek dûr û dirêj di nav xwînê an ji di nav lîmfegirê û endamên lîmfê de bi awayek sist(ne çalak) dimînin. Dibe ko xaneyên bîrker bi dehan salan di nav laş de bimîne[3], heke hokara nexweşiyê cara duyemîn tûşî laş nebe, xaneyên bîrker jî hêdî bi hêdî dimirin û kêm dibin. Ji ber ko xaneyên bîrker neçalak in, bersîvdana bergiriya yekemîn a li dijî dijepeydaker hêdî ye, bêhêz e û xestiya dijeten di laş de kêm e. Piştî tûşbûnê dibe ko di nav yek an jî du hefteyan de rêjeya dijeten bigihîje asta herî bilind[4].

Bersîvdana bergiriya duyemîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî saxbûnê, bi rojan an jî bi salan şûn ve, heke heman hokara nexweşiyê carek din tûşî laş bibe, bersîvdana bergiriya duyemîn di cih de çalak dibe. Hebûna xaneyên bîrker di demek kurt de rê li ber berhemkirina dijetenan ve dike. Xaneyên bîrker hokara nexweşiyê dinasin, bi dabeşbûnê xaneyên nû çêdikin û li dij hokara nexweşiyê dijetenên taybet berhem dikin. Xestiya dijetenan di nav laş de zû zêde dibe. Loma bersîvdana duyemîn li gor a yekemîn, 10-15 car leztir û bihêztir e[4] . Rêjeya dijetenan wisa zû berz dibe ko hokara nexweşiyê derfeta dagirkeriya laş li dest naxe. Pir caran ji ber berevaniya bersîvdana bergiriya duyemîn, mirov an qet nexweş nakeve, an jî nexweşiyê bi awayekî sivik derbas dike. Loma hin caran haya mirov ji tûşbûna nexweşiyê ya cara duyemîn nabe [5] .

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Immunological memory. Miller-Keane Encyclopedia and Dictionary of Medicine, Nursing, and Allied Health, Seventh Edition. (2003). Retrieved March 10 2019 from [1]
  2. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
  3. ^ Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  5. ^ OpenStax Biology. 2013