Bîra

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bîre hat beralîkirin)
Bîra

Birê an jî avce vexwirak e û berê ceheyê vedigerînin maltê piştre maltê di bin hin şert û mercan bi ave tê meyandin û şiraya ku hatiye bidestxistin bi leblebûyê tê aromatizekirin û piştre ji bo fermantasyonê tê sekinandin. Di dawiya vî prosesêde bîra tê hilberîn. Bîra di rewşa ronda xwediyê gaza karbondîoksîtêye, bihn u tema wiya taybet heye. Vexwarineki kêm alkole(bi hecm %3-5). Peqokên ku di hindûre wîde hene, ji ber karbondîoksîtê çêdibin. Alkola ku di bîrayêda di dema mayandinêda ji ber xwe tê hilberîn û ji derve meriv nikare alkolê tevlî prosesê bike.

Rêja Alkolê ya bîrayê, li gor zêdebûn û kêmbûna malta ku di hundirê şira birayê tê guherandin. Malt, cehiya ku şindayî tê zûhakirin û pist re tê qelandin. Hilberîna wî direji heya berê mîladê dibe û di nava vexwarinada bîra ciheki taybet digre. Ji bo hilberîna bîrayê maddêyên xam û hilberîna lîtrekî bîra ev tişt lazimin.

TABLO: 1

Yekeya maddeya xam Mîqdara ji bo malt
1 Kg cehe Kg. 1,3

Ji bo hilberîna lîtreyek bîra

Malt Gr. 175

Maddeya îlawe

Birinc Gr. 30

Leblebû Gr. 1,7

Hevirtirşê Bîrayê Gr. 5

Maddêyên îlawe ên ku tevlê maltê dibe li gor cûreyên xwe û li gor methoda hilberînê tên guhertin. Bîra li gor fermantasyona bin û ser vediqete du besa. Beşa yekemda Pîls, München, Dortmund û beşa fermantasyona ser jî Ale, Stant u Kölsch hene.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]