Bîrguriya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bîrguriwa hat beralîkirin)

Bîrguriya (bi tirkî: Balaban), gundekî girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gund ji aliyê Suryanî û Kurdên Êzîdî hatiye avakirin. Pîştî ku di salan 80an û 90an de koçên Ewropa destpê dikin, ji gund jî gelek kes koç dikin. Îro maleke Suryaniyan û du malên Kurdên Êzîdî mayîne û gelheya gund bi piranî ji Kurdên Misilman pêk te.

Ol û Bawerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gund bi piranî Îslam û piştre jî pir kêm Xiristiyanî û Êzdîtî heye. Îro dêreke filehan heye lê ji ber ku ji bilî maleke fileh li gund nemaye, ne çalak e. Baweriyek li gund heye ku dema kesek gurî dibe, axa sor û bi ava ku ji bîra dêrê kijandiye xwe pê dişonin û ev gurîbûn ji wan diçe. Û wek ku dibêjin jî navê gund jî ji vir tê.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]