Bîstan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Bîstan an bîstpere navê seleteyeke kurdî ye. Ji ava hinarê tê çêkirin, bo nexweşan gelek baş e.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Li ser daxwazê kêm an zêde ava hinarê (ji dendikên hinarê)
  • 2 îsotên şîn
  • 4 fringî
  • 4 serî pîvaz
  • 4-5 ta bexdenûs
  • 2-3 pelên nexilê yên xaşandî (ne mecbûrî ye)
  • Bi qasî 100 gr pirpar
  • 1 kevçî îsota tûj (îsota sor jî dibe)

Çêkirina bîstanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berê zebzeyên xwe pakij bişon, hûr bikin, bixin badiyekê. Herwiha pelên nexilê jî. Di badiyê de xwê û biharatê pê werbikin, tevdin. Gorî kêfa xwe hûn dikarin hin biharbêhnan (biharat) jî lê zêde bikin.

Ava dendikên hinarê berdin serê. Seleteya xwe bo servîsê bixemilînin, bînin ser destexaneyê (sifreyê).

Ava hinarê dostê masûlkeyên dil e. Bijîşk jî vexwarina wê yan jî xwarina hinarê temî dikin.