Bûyera Sî û Sê Guleyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bûyera Sî û Sê Guleyan
  • Komkujî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Komkujiya Sî û Sê Guleyan navê bûyerekê ku tê de di 30ê tîrmeha 1943an de bi fermana Mustafa Muglali li Qelqeliya Wanê 33 gundî hatin kuştin.

Di 28ê tîrmeha 1943an de 40 merivên esîra Mîlan bi îddîa li ser sînoran qaçaxçîtî kirine, ji gundên wan hatibûn gerten û hatibûn darizandin. Di dadgehê da, ji vî çil kesî tenê pênc meriv ji alî dadgehê ve tewanbar hatibûn dîtin û avêtibûn hundir, her çiqas bê tewaniya ên din tê hatibû dîtin û berdabûn jî, Orgeneral Mustafa Muglali hatibû navça Qerqeliyê, ferman dabû ku ev 33 gundî bên girtin, û li ser sînor bên gulle kirin. Li ser bicihanîna "fermanê" ya ji alî leskeran ve, 33 merivê ku tu sûcekî wan tunne bû, bê pirsiyarî li ser çiyayekî hatibûn gulle kirin; di nav da yekî ku kustî hatiye hesibandin û li wir hatiye histin, bi birîndarî reviyabû Îranê, li ser vê bûyer hatibû bihîstin. Ji bûyerê haydarbûna raya gistiya Tirkiyayê û destpêka dadgehkirina Mustafa Muglali ancax ber bi dawiya desthilatdariya sazûmana yek partîtiyê, di 1949an da pêk hatibû. Di 11ê îlona 1949an dest bi darizandina Mustafa Muglali hat kirin, 2yê adara 1950î dadgehê 20 sal ceza dayê. Biryar ji alî Dadgeha Bilind a Leskerî ve hat betal kirin û ji nû ve darizandina Muglali hat rojevê, lê berî ku darizandin dest pê bike di 11ê kanûna paşîn a 1951î da li girtîgeha ku tê da dima mir. "Bûyera 33 Berik" di serê gelê kurd da wek mînakek ji mînakên herî berbiçav ên ramyariyên qirr kirinên berî dayêne cih girt. Va qirkirinaê bibûya çavkaniyek mafdarbûna tevgera netewî, û ew dê nifs bi nifs bihata gotin. "Bûyera 33 Gulle" ji alî helbestvanê kurd Ahmed Arîf ve bi helbestî hatiye hûnandin û sahberhemek wejeyî ya nahletê li vê bûyerê dibarîne derketiye holê.

Ciwan Haco albûmeke ser Sî û Sê Gule derxist.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]