Badikan (eşîr)
Badikan eşîreke kurdan li Bakurê Kurdistanê ye. Badikî li Farqîn, Pasûr, Bismil û parazgeha Mûş û hin deverên Agiriyê dijîn.
Lê pirî endamên wî eşîrê li navenda, paytexta Kurdistanê li Amedê dijîn. Eşîra Badika ji 12 qebîl û gundên mezin pêk te. Ev gund li navçeya Pasûrê li hereme Badika Hewrê ne. Navê qebîlên Badikan wiha ye: Memikan, Laçikan, Xweşikan, Reşikan, Araşkan, Nasirkan, Welîkan, Axikan, Mala Xerzan, Kerran, Kanikan, Şerefkan û Cimikan e.
Koka Eşîra Badîkan vedigere (Bad) Bazê Dostikî avakerê Xanedana Merwaniyan.
Li gor jêderên heremî, ev eşîr navê xwe ji Badê Dostik Bazê Dostikî vergirtiye ku ew damezrênerê Dewleta Merwanî Xanedana Merwaniyan ye. Farqîn û Amed peytextên Merwaniya bûne. Herwiha Pira Malabadî ku di dema Merwaniyan de hatiye avakirin, li kêleka herema Badika Hewrê ye.
Eşîra Badîkan yek ji kevintirîn eşîrên Mezopotamyayê ye. Parlamenterê berê yê Mûşê Sırrı Sakık û Şaredarê berê yê Diyarbekirê Nurettin Dilek endamên vê eşîrê ne.[1][2]
Serokê Eşîra Badîkan Wekîlê Mûş’ê Zekî Eker e.
Zekî Eker ji bo ku zarok karibin bixwînin li navçe û gundên Mûşê gelek dibistan çêkirin. Ji bi hezaran xwendekaran re derfetên bûrsê peyda kiriye. Ji bo bi hezaran kesî derfetên kar peyda kiriye. Di lihevkirina gelek malbatên nakok de bûye alîkar. Li herêmên Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên Tirkiyeyê navekî pir bi bandor e. Eker parlementer û Axayekî pir bi hurmet e.[3]
Kurê Zekî Eker, Serkan Eker, zanîngeha herî bi prestîj a Îngilîstanê qedandiye. Serkan Eker di 11ê Gulana 2024an de bi daweteke bi heybet a li Otela Sheraton a Enqereyê bi keça Serokê Eşîra Pinyanişî Ali İhsan Zeydan a Serokê berê yê Şaredariya Geverê Ali İhsan Zeydan re zewicî. Di daweta ku du malbat û eşîrên girîng ên Tirkiyeyê hatin cem hev, ji siyaseta Tirkiyeyê gelek navên girîng amade bûn. Wezîr û 25 parlementer wek şahidên daweta hevjînê bûn. Zewaca ku bi beşdariya rayadarên raya giştî, serokên eşîran, nûnerên saziyên sivîl, karsaz, şaredar û gelek mêvanan pêk hat, di çapemeniya giştî û neteweyî de wekî daweta salê hat tomarkirin. Di daweta Eşîra Badîkan de deh kîlo zêr dan bûka serokê eşîrê Badîkan Zekî Eker.[4][5][6][7][8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ https://www.yesilafsin.com/milletvekili-sirri-sakik-kimdir-nerelidir-kac-yasinda
- ^ https://diyarbakiryenigun.com/amp/diyarbakir/nurettin-dilek-icin-mevlid-i-serif-okutuldu-114016h
- ^ http://arsiv.ntv.com.tr/news/150453.asp
- ^ https://www.alparslandiyari.com/her-yil-26-agustos-ta-dile-getirilen-mervani-kurtleri-kimlerdir_5398m.html
- ^ https://www.gazetevatan.com/gundem/badikan-asireti-nedir-badikan-asireti-lideri-kimdir-nihat-doganin-asireti-badikan-asireti-nerede-asiretin-kac-kolu-var-2072765
- ^ https://www.haberler.com/amp/asiretlerin-birlestigi-dugun-badikan-ve-17327267-haberi/
- ^ https://m.sabah.com.tr/yasam/badikan-asireti-ve-pinyanisi-asiretinin-mutlu-gunu-6939500/amp
- ^ https://www.sondakika.com/amp/haber-asiretlerin-birlestigi-dugun-badikan-ve-17327268/