Bahoza tropîkal a Henri (2003)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bahoza tropîkal a Henri
Bahoza tropîkal
Destpêbûn3ê îlona 2003
Bidawîbûn8ê îlona 2003
Bayê herî bilindDi nav xulekekê de: 95 km/h (60 mph)
Zexta herî kêm997 hPa (mbar); 29.44 inHg
Zirar19,6 mîlyon $ (2003 USD)
Qadên bandorkirîFlorîda, Delaware, Pensîlvanya

Bahoza tropîkal a Henri, (bi îngilîzî:Tropical Storm Henri) bahozeke tropîkal a nerm bû ku di demsala bahoza Atlantîka 2003an de pêk hat û bahoza heştemîn a dansalê ye. Henrî yek ji 6 sîklonên tropîkal bû ku di nava salê de li Dewletên Yekbûyî yê xist. Henrî di destpêka meha îlonê de ji pêla tropîk a li Kendava Meksîkayê ava bû û weke depresyoneke tropîkal di ser Florîdayê re derbas bû Bermahiyên wê berî ku bi temamî belav nebinû derbasî Nava Atlantîka Navîn bû.

Li Florîdayê, barana zêde bariya, tevî ku zerar bi kêmasiya lehiyê ve zirarek zêde çênebû lê li Delaware û Pensîlvanyayê , zerareke mezin bû ku barana zêde zerar da bi sedan xanî û karsazan . Lehiyên li Delaware rû dan, weke bûyereke 1 a sala 500î hate binavkirin . Zirara giştî ya Henri bi riya riya xwe 19,6 mîlyon dolar (2003 USD, $ 21.5 mîlyon 2006 USD) , lê mirin nehate ragihandin.

Raporên hewanasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî pîvana Saffir–Simpson nexşe nexşeya rê û tundiya bahozê

Di 22ê tebaxê de pêlek tropîk ji peravên Afrîkayê rabûye û bêyî ku bi girîngî bi pêş bikeve, li okyanûsa Atlantîkê û Deryaya Karîbê ber bi rojava ve çû. Di 1ê îlonê de pêl bi pêl ax ket Kendava Meksîkayê û li ser vê yekê konvensiyon bi rêk û pêk li dora navendeke gerok a di asta nizm de bi rêxistin bû. Pergal ber bi bakur ve çû û di 3ê îlonê de pergal wekî depresyona tropîkal xwe veguhest. Li rojavayê Tampa ya Florîdayê jî bi qasî 300 mîl (480 kîlometre) cih digire. Depresyon di 5ê îlonê de ber bi rojhilat ve çû û bi vî tevgerê re Bahoza Tropîkal Henri ji nû be bi hêz bû.[1]

Bermayiyên Henrî di 12ê îlonê li nêzê Karolînaya Bakur

Piştre Bahoza Henrî di 5 îlonê de bi pîvana 60 mph (95 km/s) ile 60 mph (95 km/h) bir gihişte zexta herî bi hêz. Piştî demeke kurt, bi çend tevgerên bahoz qels bû û veguhaste depresyoneke tropîkal. Henri nekarî zêdebûna xwe baş bike û di 6ê îlonê de li nêzî Clearwater, Florîda wek depresyona tropîkal a 35 mph (55 km/s) ma û bi lez derbasî ser behrê bû û ber bi bakurê rojhilat ve şekitî.[2] Henri di 8ê îlonê de li peravên Karolînaya Bakur, di qada zexta nizm de ji nû ve hêza tofnekir û deforme bû.[3]

Bermayiya fireh û bêserûber a nizm ji ber dorpêça zexta bi hêz Henrî sekinî.[4] Konveksiyon di nav bermayiyên Henri de bêserûber ma, lê pêşbînkar ji bo potansiyela ji nû ve pêşveçûnê hişyarî dan.[5] Lêbelê, Bahoz di 12ê îlonê hewlên ku ji nû ve bikeve tevgerê dida nîşan.[6] Bermayî li bakûr sekinî û di 17ê îlona de li ser New Englandê belav bû.[7]

Bandor û wêranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Henri li ser rêça xwe, bi lehiya herî xirab a ku li Delaware rû da, baranek zêde barand. Tofanê, di serî de li Delaware, 19.6 mîlyon $ (2003 USD) zirar da.

Florîda, Bahamas û Bermûda[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bahozê beriya gihiştina perçeya erdê, li peravên rojava yên Florîdayê pêlên xurt hilberand.[8] Piştî havîna nemiya tropîkal li Florîda, Henri baraneke zêde anî ser erda rewa.[9] Baran li Hialeah ya li başûrê rojhilatê parêzgehê gihişte (230mm) asta herî bilind. Du deverên din baran 7înç (180 mm) hate pîvan li piraniya herêman baraneke sivik barî.[5] Li wîlayeta Hernando, di nava saetekê de bi bahozê re 125 mm baran barî. Her çend bahoz bi lez û bez paşde vekişiyabe jî lê dîsa jî bû sedema lehiyê. Ji ber ku li wî herêmê zêde avahî tunebûn zirareke zêde çênebû. Lê Charlotte rewş wiha nebû, di nava sê saetan de 7 taviyê baranê barî û gelek kolan û avahî di bin avê de man.[10]

Li seranser Florîdayê zirar kêm çêbû bû û tu mirin çênebûn. Lê belê li bajarê Lee jiber vedana birûskê kesek birîndar bû, di heman demê de ji ber hîdroplanîngê qezayeke otomobîlê pêk û kesekî birîndar bû.

Li Bahamayê, baranên derve yên jiber bahoza Henrî bi qasî 1 inç (25 mm) baran barî. Şida bayê di nav saete de heta 32 mph (51 km/s) zêde bû.[11] Piştî çend rojan Bahoza Fabian li Bermuda yê da û nem a Henri bû sedema birûsk û barana 2.44 inç (62 mm) li balafirgeha herêmê.[12] Ev hewldanên paqijkirinê asteng kir û balefirgeh bi zirar vî pêvajoyê derbas kir.

Atlantîk a navîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Delawareyê , lehiyê zerar da gelek xaniyan. Jiber lehiya bi hêz gelek kes di otomobîl û di malên xwe de asê man û kesekî bi helîkopteran bi zorê rizgar kirin. Jiber Tofana giran çend pir li Hockessin ê hatin hilweşandin.[13] 6 pir ji li Wilmington & Western Railroad hilweşîya. Bahoz li vir bû sedema zirara nêzîkî 5 milyon dolar an. (2003 USD, 5.5 milyon 2006 Dolar).[14] Greenbank Mill, komplekseke dîrokî ya grstmill, 450,000 dolar zirar dît.[15] Zirara li Delaware bi tevahî 16,1 mîlyon dolar (2003 USD, $ 17.5 mîlyon 2006 USD) hate hesabkirin.[13]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "http://www.nhc.noaa.gov/data/tcr/AL122003_Henri.pdf" (PDF). {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  2. ^ "http://www.nhc.noaa.gov/data/tcr/AL122003_Henri.pdf" (PDF). {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  3. ^ "http://www.nhc.noaa.gov/data/tcr/AL122003_Henri.pdf" (PDF). {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  4. ^ "Tropical Storm HENRI". www.nhc.noaa.gov. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.
  5. ^ "https://www.nhc.noaa.gov/archive/text/TWOAT/2003/TWOAT.200309111514". {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  6. ^ "https://www.nhc.noaa.gov/archive/text/TWOAT/2003/TWOAT.200309122110". {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  7. ^ "https://www.wpc.ncep.noaa.gov/tropical/rain/henri2003.html". {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  8. ^ "TROPICAL STORM HENRI". web.archive.org. 15 gulan 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 gulan 2013. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  9. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 8 kanûna pêşîn 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2006. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  10. ^ "NCDC: Event Details". web.archive.org. 4 sibat 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2012. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "the Bahamas - Local Reports (Caribbean Hurricane Network)". stormcarib.com. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.
  12. ^ "Bermuda Weather". web.archive.org. 5 sibat 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 sibat 2012. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ a b "NCDC: Event Details". web.archive.org. 19 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 gulan 2011. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "NCDC: Event Details". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 sibat 2012. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  15. ^ "Wilmington & Western Railroad". web.archive.org. 23 hezîran 2006. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 hezîran 2006. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)