Balafirên Hybrid- Electric

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Paşeroja Rêwîtiya Hewayî ya Elektrîkî di nav Amerîkayê da pir berbiçav e. Şîrketa hewayî ya bi navê Zunum Aero di fikra zêdekirina balafirên Hybrid-Electric da ye ku ev yek dê bibe sedema erzantirbûna seferên hewayî û kêmtir qirêjkirin û lewitandina hewayê jî.

Wek tê gotin, di firîneke 4000 maylî da pêwîstî bi 20,000 galon ardû heye. Li gor gotina malperek bi navê FlightState[girêdan daimî miriye] ku zaniyariyên firînê bi rojane belav dike, rojane 90,000 balafir radibin û dêdidin. Ev tê wateya qirêjahî û pîsatiyeke pir pir mezin ya hewayê.

Wek tê zanîn matorên Jet, bi şewitandina her galon şewatokan, 21 pound Karbon Dîoksîd berdidin hewayê û wê dilewitîne.

Li gor lêkolîna Saziya David Suzuki ku saziyeke zanistî ya li ser hawîrdor û xwezayê ye, ji sala 1990 hetta nika, pîsbûna hewayê ya jiber rêwîtiya hewayî ya navnetewî 83% zêdetir buye. Belavbûna CO2 dibe sedema xisarên pir ciddî ya tendurustiyê û zirarên mezin yên li ser xwezayê jî.

Oslo Girêdana arşîvê 2013-08-21 li ser Wayback Machine jî dixwaze ji hemû welatiyên xwe ra biskilêtên Elektrîkî, çêbike û bide wan.

https://www.globalcitizen.org/en/content/oslo-is-subsidizing-electric-bikes-for-all-of-its/

Zunum Aero dibêje ku 40% ji gazên bizirar ku balafiran belav dikine hewayê, jiber firînên navxweyî û yên navbera navçeyên nêzîkê hev in.

Komek hatiye avakirin û bi navenda baştirkirina hêza sîstema Electro-Thermal[girêdan daimî miriye] ya zanîngeha Illinois[girêdan daimî miriye]ê ra li ser destkefta, Hybrid ber bi Electric, lêkolînan dike ku ev yek dikare elektrîka ku di nav pîlan da embar bûne bi hêza berhemhatî ji matoran ra terkîb bike û bike yek. Nermalavek li ser balafirê dê were bikaranîn ku bikare pêwîstiya matorê bipîve û bizane ka divê çiqasî vêkeve.

Rêveber û fînansorê şîrketê, Ashish Kumar[girêdan daimî miriye] dibêje: jiber bikêrhatina zêde ya pîlan, sîstema şewatokê trênên ku hêza wan bi qasî ya balafiran in jî dikarin bi temamî veguherin sîstema elektrîkê.

Yekemîn Trêna ku pîskirina hewayê wê sifir e, li Almanyayê hate test kirin. https://www.globalcitizen.org/en/content/worlds-first-zero-emission-train-to-begin-testing/

Zunum dixwaze di 2020’an da bi balafirên 10-rêwî despê bike û paşê vê teknolojiyê di balafirên mezin da jî bikar bîne. Divê bê gotin ku mesîrên navxweyî baş nayên bikaranîn û ev teknolojî jibo mesafeyên dûr û dirêj û balafirgehên mezin pir baştir û biqazanctir in. Amerîka bi 13,500 balafiran xwediyê mezintirîn hejmara balafirên cîhanê ye û aniha 140 habên herî mezin ya cîhanê dibin sedema 97% trafîk û qerebalixiya hewayî.

Şîrketa navbirî, kariye ji şîrketên mezin yên hewayî yên wek Boeing û JetBlue Technology Ventures ku beşek ji şîrketa hewayîya JetBlue ye, fînansan werbigre.

Lê xêncî Zunum hin şîrketên din jî hene ku bi vê yekê rabûne.

Wek mînak Beijing[girêdan daimî miriye] vaye hemû Taksiyên xwe dike Elektrîkî ku rêjeya pîskirina hewayê ya jiber şewatokên bizirar, daxîne. https://www.globalcitizen.org/en/content/beijing-replaced-all-of-its-taxis-with-electric-ca/

Projeya ceribandina balafirên ku bi sîstema Solar Impulse di mesafeyên dûr da difirin, par jibo cara yekem ji aliyê tîmek Swissî hate despêkirin û ew dixwazin bi enerjiya Rojê, balafiran bifirînin esman. Airbus Girêdana arşîvê 2013-08-08 li ser Wayback Machine jî bi bernameya E-Fan[girêdan daimî miriye] dixwaze projeya balafirên Elektrîkî berfirehtir bike. Boeing[girêdan daimî miriye] û NASA Girêdana arşîvê 2013-07-25 li ser Wayback Machine jî li ser projeyên hybrid-electric pir ciddî dixebitin. Uber[girêdan daimî miriye] jî vaye li ser Erebeyên Firok yên ku bi enerjiya Elektrîkê dixebitin va mijûl e.

Paşeroja rêwîtiya hewayî pir baş tê xuyan û şîrketên wek Zunum Aero jî dibin sedema şoreşek pir mezin di warê veguhestina hewayî da.