Here naverokê

Banê cam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Grafîkeke ku cûdahiyên di dahatiya di navbera mêr û jinan de ya heman asta perwerdehiyê diyar dike (DYA 2006).

Banê cam yan jî sendroma banê cam metafor an astengiyeke nedîtbar e ku bi gelemperî jin/an hinek komên hindikayiyên di civakê de rûbirû dimînin ku ev astengî nahêle ku koma bandorkirî di rêza hiyerarşîk a heyî de ji astekê derbas bibin.[1] Dibe ku hinek cûdakarî jî bibin sedema sendroma banê cam. Ev metafor yekem car ji aliyê femînîstan ve ji bo derbasbûna astengiyên di kariyera jinên serketî de hatiye bikar anîn. Ev têgeh yekem car ji aliyê Marilyn Loden ve di sala 1978an de di dema axavtinekê de hatiye behs kirin.[2][3]

Bi taybetî ev têgeh ji bo mekanîzmayên ku pêşî li pêşketina jinan di jiyana wan ên xebatê digire hatiye bikaranîn. Peyva "ban" behsa astengiyên ku dema jin ber bi kariyera xwe ve diçin an bilind astengiyên ku pê re rûbirû dimînin rave dike; peyva "camê" jî sinor an benda nedîtî ya astengiyan rave dike.

Banê cam ji bo kesên ku bi bandor bûne astengek e ku dibe sedem ew kes ji kar, kariyer û ji serketinên xwe dûr bikevin. Kesên ku ji ber banê cam bi bandor bûne bi çar pîvanan têne tespîtkirin:

  1. Newekheviya di navbera zayend an komên etnîkî de bi taybetmendiyên din ên karmendan ên girêdayî kar nayê ravekirin.
  2. Newekhevî di astên bilindtir ên pileya kariyerê de ji astên jêrîn mezintir e.
  3. Newekhevî ne tenê bi rêjeya jinan an kêmneteweyan a di astên bilind de ye. Bi derfetên pêşketinê ve jî girêdayî ye.
  4. Di seranserê dirêjahiya dema kariyerê de jî newekhevî zêde dibe.[4]
  1. ^ "Solid Investments: Making Full Use of the Nation's Human Capital" (PDF).
  2. ^ Laermer, Richard; Prichinello, Michael (2003). Full frontal PR: getting people talking about you, your business, or your product (Çapa 1). Princeton: Bloomberg Press. ISBN 978-1-57660-099-3.
  3. ^ "100 Women: 'Why I invented the glass ceiling phrase'" (bi îngilîziya brîtanî). 13 kanûna pêşîn 2017. Roja gihiştinê 31 adar 2025.
  4. ^ Cotter, David A.; Hermsen, Joan M.; Ovadia, Seth; Vanneman, Reeve (1 kanûna pêşîn 2001). "The Glass Ceiling Effect*". Social Forces. 80 (2): 655–681. doi:10.1353/sof.2001.0091. ISSN 0037-7732.