Bankkariya tevlîbûnê
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (îlon 2025) |
Bankkarîya tevlîbûnê binavkirineke şêwaza bankkariyê ye ku li Tirkîyeyê û li mintiqeya berfirehtir ya MENAyê ji bo Bankên Îslamî hatiye dayîn.[1][2] Bankên tevlîbûnê li Tirkîye, Pakistan, Bangladeş, Endonezya, Erebistana Siûdî, Malezya, Îmaratên Yekbûyî û welatên din ên Kendavê hene.
Tarîx
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2000ê de bankên tevlîbûnê gihîştine tenê %2 ji aktîvên net,[zelalkirin hewce ye][çavkanî hewce ye] di 2010ê de ev nisbet heta %4,3ê bilind bûye. [çavkanî hewce ye] Di çaryeka sêyê ya 2013ê de, ev nisbet heta %6,1 bi 90,7 milyar TL di aktîvan de zêde bûye. [çavkanî hewce ye] Li ser nisbetên karên bankên tevlîbûnê, Malezya, Endonezya û welatên Kendavê xwedîyê zêdetirî 50% ji para bazarê ne, tê îdiakirin ku Tirkîyeyê di warê mezinbûnê de xwedî potansiyeleke zêdetir e. [çavkanî hewce ye] Herwiha, Tirkîye, Pakistan, Bangladeş û Endonezya di nav bankên tevlîbûnê de welatên pêşeng in.[3] [zelalkirin hewce ye] Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekbûyî yên Ereban û Malezya sê bazarên herî mezin ên bankên tevlîbûnê ne, ji alîyê aktîvan ve.[4] Îran xwedîyê %36 ji aktîvên dinyayê yên bankên tevlîbûnê ye, Malezya %17, Erebistana Siûdî %14 û Tirkîye jî %3,1 xwedîyê para bazarê ye. [zelalkirin hewce ye][çavkanî hewce ye]
Li gor Ernst & Young, aktîvên bankkarîya tevlîbûnê ya global di sala 2015ê de gihiştiye 930 milyar dolarên amerîkî, gava nisbetên mezinbûnê li temamê mintiqeyan li gorî salên berê kêm bûne.[4]
Lîsteya bankên tevlîbûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Banka Tevlîbûnê ya Zîraetê
- Bankê Tevlîbûnê ya Vakifê
- Banka Tevlîbûnê ya Tirkîye Fînansê
- Banka Tevlîbûnê ya Albaraka Turkê
- Banka Tevlîbûnê ya Kuweyt Turkê
Fesixkirî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Banka Tevlîbûnê ya Asyayê (di sala 1996ê de hate avakirin, di sala 2016ê de hate girtin)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Erol, Cengiz; f. Baklaci, Hasan; Aydoğan, Berna; Tunç, Gökçe (2014). "Performance comparison of Islamic (participation) banks and commercial banks in Turkish banking sector". Euromed Journal of Business. Emerald Insight. 9 (2): 114–128. doi:10.1108/EMJB-05-2013-0024.
- ^ "Megabank project to support Turkey's aim to increase share in participation banking". Daily Sabah. 20 gulan 2017. Roja gihiştinê 24 gulan 2018.
- ^ Yücel Ersöz; Sait Osman Aytaman (2014). "Participation Banking in Turkey: Important Steps for Growth". Deloitte Türkiye. Roja gihiştinê 24 gulan 2018.
- ^ a b "Global participation banking assets reached US$930 billion in 2015". Ernst & Young. Ji orîjînalê di 24 gulan 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 24 gulan 2018.