Bastêq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Basîq hat beralîkirin)
Bastêq

Bastêq, bastiq yan jî basîq (li Torê), pêstîlê ku ji tirî an tûyan tê çêkirin.

Çêkirina bastêqê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çêkirina bastêqê karekî gelek bi zehmet e. Ji komkirina tiriyan heta qeşartina bastêq gelek gav pêwîst in.

Şîre

Kelandina ava tiriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî her tistî tiriyê ku di bax û baxçeyan de di mehên îlonê de têne qutkirin. Torbeyên ku avê berdidin derve bi ew tiriyên qutkirî tên tijîkirin. Di pişt re meriv pê li wan torbeyan dike da ku ava tiriyan jê derkeve, ew av jî piştî tê fîltrekirin di zarikên mezin de tê komkirin.

Binê zarik agir pê dixin da ku av bikele û bitemize. Da ku zûtir bitemize kef tê dayîn. Dema ku av kefdan dibe zarik ji agirê tê rakirin, ji ber ku heger ava tiriyê ne kefdan be wê basdêq şêrîn nabe û dirdirkî dibe.

Şîreyê ku li ser bezan tê rijandin

Şîre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi vê şerbeta ku bi vî awayî çêdibe re dibêjin şîre. Piştrev bi leganên mezin tê rakirin. Şîre dema ku sar dibe carekî din tê kelandin, lê vê gavê kesekî xort gerez hertim şîreyê li hev bixe.

Li ser alanekî duz de bezên paqij têne raxistin û serbet li ser wan de tê rijandin. Dema ku şerbet li ser bezan hat rijandin, şerbet bi tetikekî tê belav kirin da ku qalindabûna şerbetê wekhev be.

Qeşartina bastiqê

Qeşartina bastiqê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew çarên ku şerbet li ser wan hatiye rijandin şevekê wisa dimîne da ku şerbet bi hişkbûna xwe re bibe bastêq.

Sibê ew bêz têne komkirin û ber bendan têne girêdan. Qasî saetekê bez wisa dimînin û pistrev bastiq ji bezan têne qeşartin. Da ku qeşartina bastiqan hêsantir bibe meriv bezan (binê bastiqan) hindik hêmî dike. Dema ku bastiq hat qeşartin meriv parçe parçe dibire û parçeyan datîne ser hev. Pistrev ev bastiq di sandoqan de ji boy zivistanê têne vesartin.

Di zivistanê de bi fisqek, nûk yan jî bi mast tê xwarin.