Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê serokê olî ê êzîdiyan e.

Karê Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê[biguherîne]

Di ola êzîdiyan de Îxtiyarê Mergehê wek xelîfê misilmanan û papasê filehan e. Ev kes di rex newala Laleş de li gundê Êsiyayê rûdinê û rizanên ola êzîdiyan digerîne. Di dema qewimîna şolên mezin de Îxtiyarê Mergehê xwediyê gotina dawiyê ye û herçiya ew bêje, dê welê be. Her ÊzÎdiyê ko derî ola xwe tiştekî bike, Îxtiyarê Mergehê wî heram dike. Gava gunehkar here, ber destê wî tobe bike, dikare piştî hin dêlindêz û merasim wî kesî helal bike.

Êzdiyek bi kirina sê tiştan heram dibe:

  1. Êger ji malbatên Îxtiyar, mîr, şêx û pîran bi yekê re zinayê bike.
  2. Bi biyaniyan re zinayê bike.
  3. Bi dilê xwe oleke din bihewîne.

Kesê ko ji van her sê gunehên mezin yekê bike, bi fermana Îxtiyar û belavkirina pîran heram dibe. Kîjan gunehkarê ko ev cezayê han jê re bê dayîn, kesê ÊzÎdî jê direve. Reveke welê ko ne dikarin pê re bidin û bitsînin, ne herin mala wî û ne jî wî bihêlin mala xwe. Çi kesê ko mirovê herambûyî bihewîne, ew jî heram dibe. Na hege gunehkar ne xwediyê wê kirê be û bêgumaniya wî xweya bike, dê hînga here cem Îxtiyarê Mergehê û tobe bike. Gava Îxtiyar qîma xwe bi bêgunehiya wî anî û toba wî qebul kir, hînga destûra şûştina wî ji gunehan tê dayîn. Wê gavê yekê gunehkar dibe û di avên Zimzim û Kaniya- Sipî de dişo û di pişt re tê, sicada Îxtiyar maç dike û bi vî awayî ji gunehan tê şûştin û paqij dibe.

Bijartina Îxtiyar[biguherîne]

Îxtiyar ji nav malbatên şêxan tê bijartin. Lê divê xwediyê sir û kerem be. Îxtiyar heya tiştekî bê rê neke, ji Îxtiyarî nayête derxistin. Çi gava bêriyekê bike, hemî serekên Êzîdiyan digehene hev, wî ji Mergehê bi der dixin û ji malbata şêx yekî din dibijêrin. Îxtiyar divê nezewice: na gava jî bike, rûmeta wî gelekî kêm dibe, lê ji jinekê pirtir nikare bîne. Eger di malbatên şêxan de yekî jê re sir û kerem çêbe dikare sicadê Îxtiyarê bigire destê xwe û kes têkilî wî nabe.

Mergehe[biguherîne]

Mergehe di nava Laleş de navê ciyekî ye, ko hemî avahiyên êzîdiyan ên miqades li wir in. Ev avahiyên han bi navên mirovên mezin hatine çêkirin.

Navên hin avahiyan ev in:

Derê melek Ferxedîn, mixara Şêx Mend, Quba melek şêx Husên, Avaniya Sicanîn, quba Şêx Şems, avaniya Nasredîn, avaniya Şerefedîn Mehdî, avaniya Şêx Bekir, avaniya mîr Hesen Mema (serekê pîran) Avaniya Şêx Mihemed Reşa, avaniya Amadîn, avaniya Şehsiwar, avaniya Xidir û Îlyas, avaniya Şêx Xidirê Şemsan, avaniya Şêx Xalê Şemsan, avaniya Şêx Tokilê Şemsan, avaniya Babadînê Şemsan, avaniya Hesnalek, (pîr) avaniya Xatûna Fexra, avaniya Îsibiya, avaniya Şêx Mişelih, (gava ev şêx ji yekî dilxweş nebe, wî dişelîne) avaniya Şêx Bedir, avaniya Musê Sor, avaniya Şêx Îbrahîmê Xitmî, avaniya Şêx Îdrîsê xeyat, avaniya pîr xebît Sî, avaniya Alî, avaniya pîr Balî, avaniya pîr Bûtarî, avaniya Şêx Zendîn, avaniya Şêx Sêva, avaniya Mihemed Xuristanî, avaniya Çêl mêra, avaniya Bilêlê Ebêş, avaniya Şêx Hemê, avaniya Şêx Deqê Mêra.

Ji van pê ve jî gelek avahî hene. Ji wan avahiyên han pê ve di Mergeheyê de bi navê Berê-reş ê mieleq, Zimzim, Kaf û Kaniya Sipî çar ziyaretgeh hene ko bê dîtina wan heca mêrê Êzdî tekûz nabe.

  1. Berê- reş ê mieleq ev berê han di pencereyeke avahiya ava Zimzimê de bi dar de kirî ye. Her Êzdiyê dixwazê heca xwe tekûz bike, divê destê xwe di Berê- reş bike ko ev jî şertên hecê yek e.
  2. Zimzim: navê golekê avê ye ko di şikefta kafê de bi der têt. Bi kasî du dest av jê diherike.
  3. Mixar: Ji şikefta ser ava Zimzimê re tête gotin.
  4. Kaniya Sipî: ev ava han deh gazan di nîvroyê ava Zimzimê de der tê. Heciyên Êzdiyan xwe di vê de jî dişon, ko ev şûştin jî ji şertên heca wan in. Li ber vê avê, sê hewz hene ko yek ji bo mêran, yek ji bo lawan û ya din ji bo keçan e. Ji van her sê biran kes xwe di hewzê ê din de naşo.