Bavê Teyar
Bavê Teyar | |
---|---|
![]() Xêzek ji bo rêzgirtina hunermend û lîstikvanê Kurd Bavê Teyar, yê ku di 18ê Çileya 2025an de li bendava Tişrînê bi êrîşa balafirên bêmirov ên tirk li ser sivîlan hat qetilkirin. | |
Navê rastî | Cûma Xelîl Îbrahîm |
Jidayikbûn | 1957 |
Mirin | 19ê kanûna paşîn a 2025an Bendava Tişrînê, Rojavaya Kurdistanê |
Esil | Kurd |
Pîşe | Komedyen û lîstikvanê fîlmê |
biguhêre![]() |
Bavê Teyar, bi navê xwe yê rastî Cûma Xelîl Îbrahîm, (jdb. 1957 li Qamişlo, Rojavaya Kurdistanê[1] - m. 19ê kanûna paşîn 2025, li Bendava Tişrînê, Rojavaya Kurdistanê) lîstikvan, şanoger û komedyenekî kurd bû ku bi lîstik û şêwaza xwe yê taybet li seranserê Kurdistanê dihate naskirin. Cûma Xelîl Îbrahîm û bi sedan kesên din re dema ku ji bo xwepêşandanê çûne Bendava Tişrînê û li wir rastî êrişên bombebarana dewleta tirk hatine.[2][3] Wekî mexdûrekî tawanên şer ên Tirkiyeyê, hunermendê kurd Cûma Xelîl Îbrahîm yek ji qurbaniyên herî navdar e ku di êrîşên hewayî yên dewleta tirk ên li ser herêmên rêveberiya xweser de hatiye kuştin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cûma Xelîl Îbrahîm di sala 1957an de li bajarê Qamişlo, Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye.[4] Cûma Xelîl zêdeyî 30 salan di şanoya kurdî de roleke aktîv lîstiye.[4] Wî bi berhemên ku nivîsandiye û lîstiye de, têkoşîn û rewşa gelê kurd aniye ber çavan. ji sala 1989an ve di warê çand û hunerê de xebatên xwe meşandiye û bi taybetî bi performansên xwe yên mîzahî li seranserê Kurdistanê nav û dengeke mezin bi dest xistibû.[5]
Di sala 2001ê de li gel Ebdulbasit Navyan Koma Bavê Teyar damezrandibû ku giranî dabû şano, muzîk û filmên kurdî. Komê şêwazeke yekta pêşxistibû ku şêwazên hunerî yên cuda yên vegotinê li hev anîbûn. Xebatên komê bi gelemperî pirsgirêkên civakî radigihînin û henekê bi kar tînin da ku balê bikşînin ser gazinan. Armanca wan a sereke pêşxistina ziman û çanda kurdî û hişyarkirina pirsgirêkên civakî bû.
Bavê Teyar û koma xwe gelek bername pêşkêş kirine û şeş kurtefîlman amade kirine. Ew li gelek bajaran derketine ser dikê û plan dikirin ku li Bakurê Kurdistanê jî performansa xwe pêşkêş bikin. Tevî pirsgirêkên teknîkî, koma li dora Bavê Teyar xebatên xwe yên hunerî didomand û hewl da ku projeyên xwe zêdetir pêş bixe.
Bavê Teyar (Cûma Xelîl Îbrahîm) zewicandîbû û bavê heşt zarokan bû.
Bertekên li dijî kuştina wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Baroya Amedê li ser kuştina Bavê Teyar daxuyaniyeke da. Baroyê di daxuyaniyê xwe de bal kişandiya li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê û di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: "Mirina hunermend û sivîlan di avakirina aştiya civakî de şopên kûr dihêlin û fikarên ku hawîrdora şer mayînde bibe zêde dike. Parastina sivîlan berpirsiyariyeke navneteweyî ye. Divê rêz li rêgezên hiqûqa pevçûnan û hiqûqa mirovahî bi taybetî Peymana Cenevreyê bê girtin". Ger ev rêgez bên binpêkirin divê civaka navneteweyî gavan bavêje û tedbîrên pêwîst bigire.[6]
- Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM partî) ji bo hunermend Bavê Teyar daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. DEM Partiyê di daxuyaniyê xwe diyar kiriye: "Di van rojên dawî de ji ber êrîşên li dijî sivîlên ku ji bo rawestandina pevçûnan çûne derdora Bendava Tişrînê gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Em bi xemgînî hîn bûne ku komedyen û şanogerê kurd Bavê Teyar ku di van êrîşan de bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest daye. Em ji bo malbata Bavê Teyar û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.[7]
- Baroyên Bakurê Kurdistanê ji xeynî daxuyaniya Baroya Amedê, ji bo kuştina Bavê Teyar 11 baroyên Bakurê Kurdistanê li gel Baroya Amedê daxuyaniyeke hevpar weşandin. Baroyan di daxuyaniya xwe de wiha diyar kirin: "Êrîşên li dijî sivîlan ên di herêma şer de binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bi taybetî jî divê Peymana Cenevreyê û rêgezên hiqûqa mirovî bên bicihanîn. Divê aktorên navneteweyî û civak li dijî êrîşên li hemberê sivîlan bikevine tevgerê"[8]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Şanogerê Kurdistanî Bavê Teyar şehîd bû". Hawarnews.com.
- ^ "Ferhad Merdê û Bavê Teyar ji bo Rojava bang kirin". mezopotamyaajansi40.com. Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Tirkiyeyê êrişî sivîlan kiribû: Bavê Teyar jî canê xwe ji dest da". Rûdaw.net.
- ^ a b "Bavê Teyar kî ye û çawa jiyana xwe jidest da?". Güneydoğu Ekspres (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Bavê Teyar Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 kanûna paşîn 2025.
- ^ Duvar, Gazete (20 kanûna paşîn 2025). "Daxuyaniya 'Bavê Teyar' a Baroya Amedê: Parastina sivîlan berpirsyariyeke navneteweyî ye". Gazete Duvar (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Daxuyaniya Partiya DEM'ê ya derbarê Bavê Teyar de: Em wê bi tundî şermezar dikin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.
- ^ "Daxuyaniya Baroyên Herêmê li ser Bavê Teyar: Divê di bin her şert û mercî de sivîl bên parastin" (bi tirkî). 21 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 21 kanûna paşîn 2025.