Here naverokê

Bayê Santa Ana

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji bayê Santa Anayê ku tozê ber bi deryayê ve dibe.
Nexşeya pêşveçûna bayê Santa Ana nîşan dide. Hewa sartir (rengê şîn) ku ji herêmên hundir tê, her ku ji rêze çiya ber bi peravê ve diçe germtir (rengê sor) dibe.

Bayê Santa Ana hinek caran wekê bayê şeytanê tê binavkirin ku bayê berjêrî[1] yê xurt û hişk e ku ji deverên bilind ê Tejaneya Mezin derdikeve û bandoran li peravên Başûrê Kalîforniyayê û li bakurê Baja Kalîforniyayê dike.[2][3] Bayên Santa Ana ji girseyên hewaya tansiyona bilind a sar û zuwa ya ji Tejaneya Mezin derdikevin.[4] Ev bayê germ û bi toz e ku bi giştî bandorê li peravên Kalîforniyayê yên Başûr û bakurê Baja Kalîforniyayê dike ku li vê herêmê şilahiya hewayê kêm dike û li germahiya hewayê zêde dike. Rêjeya kêm a şilahiya hewayê û germahiya zêde û leza zêde ya bayê girseya hewayê ya li herêmê dibe sedema şewata daristanan.[5]

Her çiqas bayê Santa Ana bi gelemperî di mehên herî germ ên salê de ku mehên payizê tê dîtin derkeve jî hinek caran ev ba dikare di her demên salê de çêbibe.[4] Bayê Santa Ana bi gelemperî salane di navbera 10 û 25 caran derdikeve. Her çiqas ev ba dikarin ji yek rojê heya heft rojan berdewam bike jî, navîniya gelemperî ya derketina ba li dora sê rojan e. Lêbelê bûyera bayê Santa Ana ya herî dirêj a tomarkirî di meha mijdara sala 1957an de qewimiye ku çardeh roj berdewam kiriye. Her çend bayê Santa Ana bi awayekî berjêrî (katabatîk) be jî, wekê bayê Foehn nayê dîtin ji ber ku derketina van her du celebên bayan ji hev cûda ye.

Bayê Santa Anayê bandoreke mezin li Şewata Kalîforniyayê kiriye ku 7ê kanûna paşîn a sala 2025an ku bajarê Los Angelesê derketiye kiriye ku ev şewat bûye sedema şewitandineke berfirehê li Los Angelsê.[6][7]

  1. ^ Abdurrahman Önen (2008). Ferhenga Erdnîgarîyê (Coğrafya). Stembol: Doz.
  2. ^ "The Devil Wind: A Brief History of the Santa Anas". PBS SoCal (bi îngilîzî). 25 çiriya pêşîn 2012. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  3. ^ Needham, John (12 adar 1988). "The Devil Winds Made Me Do It : Santa Anas Are Enough to Make Anyone's Hair Stand on End". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  4. ^ a b X; Email (31 kanûna paşîn 2019). "Climate change should tamp down California's wildfire-fanning Santa Ana winds, study finds". Los Angeles Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  5. ^ "Los Angeles A to Z: an encyclopedia of the city and county". search.worldcat.org. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.
  6. ^ Garrett, Mary Gilbert, Monica (7 kanûna paşîn 2025). "Wildfires are breaking out in Southern California as the 'most destructive windstorm' in over a decade hits". CNN (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.{{cite web}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  7. ^ "LA wildfire victims offered free Airbnbs and discounted hotels". euronews (bi îngilîzî). 10 kanûna paşîn 2025. Roja gihiştinê 14 kanûna paşîn 2025.