Bazin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bazindek antîkî, ji bav û kalên kurdan îraniyan, 500 sal b.z.

Bazin, xişir (mucewher), hesincaw, zêr û ziberên ku pê hawirdorên zendan tên xemilandin e. Ji lajwerdan, bestiran an jî ji çerman tên çêkirin û carcaran kevir, texte û dirc jî dikare bibe daringa wê. Li zendan tê badandin, cure bendeke zendan, xemila zendan e ku navê xwe jî ji wê, ji zendê digire, bazend.

Ferhengoka bazinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Bazin, navê hemiyan e, navê giştî
  • Bazind, ji bazendê, bazinên ku miriv dikin zendên, destên xwe
  • Destbend , polîs jî bikartînin
  • Hilte, xeleka devê boriyan
  • Xelek, bazinên çorsane yan bazinên endustriyê
  • Xilxal, bazina pêyan, lingan, xirxal jî dibêjin