Beşar Esed
Serokkomara Sûriyê (en) | |
---|---|
- | |
Abdul Halim Khaddam (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê rastî |
بشار الأسد |
Hevwelatî | |
Allégeances | |
Cîwar | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Salên çalak |
- |
Malbat |
Assad family (en) |
Bav |
Hafez Esed (en) |
Dê |
Anisa Makhlouf (en) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn |
Asma al-Assad (en) (dp. ) |
Zarok | |
Xizm | |
Karder |
Western Eye Hospital (en) |
Partiya siyasî |
Partiya Erebî ya Sosyalîst a Bees li Sûriyê (en) |
Artêş | |
Payeya leşkerî |
Mereşal (en) |
Şerê tevlêbûyî | |
Xelat | Lîsteya berfireh Order of Honour and Glory (d) National Order of the Cedar (en) Order of Friendship Order of the Southern Cross (en) Devotion Order (d) Medal "For training" (d) Order of Bravery (d) Uatsamonga Order (en) Order of Prince Yaroslav the Wise, 1st class (d) () Order of Merit of the Italian Republic (en) Order of Honor and Glory First Class (d) Q21662485 Q21662504 Order of the White Rose of Finland (en) Order of Military Merit (Syria) (d) Sacred Military Constantinian Order of Saint George (en) Order of Umayyad (en) Order of Civil Merit (Syria) (en) Grand Cross of the Legion of Honour (en) () Royal Order of Francis I (en) () Order of Zayed (en) () Order of King Abdulaziz al Saud (en) () Grand Cross with Collar of the Order of the White Rose of Finland (d) () Knight Grand Cross with Collar of the Order of Merit of the Italian Republic (d) () Order of the Liberator (en) () Grand Collar of the Order of the Southern Cross (d) () Grand Cordon of the National Order of the Cedar (d) () Order of Islamic Republic (en) () |
Beşar Esed (bi erebî: بشار الأسد, lat. Bashār al-Assad; jdb. 11ê îlonê 1965) siyasetmedar, leşker û serokê komara Suriyeyê ya berê bû ku ji sala 2000an heta sala 2024an serokkomariya komara Suriyeyê kiriye. Rêveberiya Beşar Esed di 8ê kanûna sala 2024an de bi serhildana opozisyona Suriyeyê ku di 28ê kanûna pêşîn a sala 2024an de ji bajarê Îdlibê des pê dike[1] û di roja 8ê kanûnê de digihîje bajarê paytext a Şamê bi dawî bûye.[2] Esed piştî ku mirina bavê xwe Hafiz Esed derbasê rêveberiya Sûriyê bibû.
Esad di sala 1965an de li Şamê wekê endamê malbateke bi baweriya elewî ya ereb de hatiye dinê û li Zanîngeha Şamê beşa bijîşkiyê xwendiye. Piştê xwendina xwe yê li Şamê diçe Îngilîstanê û li Londonê xwendina xwe yê zaningehê qedandiye. Di sala 1994an de piştî ku birayê wî yê mezin Basel Esed di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide Beşar Esed ji bo erka birayê xwe bigire vedigere Suriyê. Esed di sala 1998an de derbasê akademiya leşkerî bûye û di sala 1998an de êrîşa dagirkirina Libnanê ku ji aliyê artêşa Suryeyê ve pêk hatiye birêvebiriye. Di 17 tîrmeha sala 2000an de Esed dibe li cihê bavê xwe dibe serokê dewleta Suriyê ku di 10 hezîrana 2000an de dimire.[3] Di salên 2001 û 2002an de bi rêzeke çewisandinên tund dawî li Bihara Şamê aniye ku ev serdemeke bû ku bi bangên demokrasiyê û şefafiyê hatibû binavkirin.
Tevî ku Esed mîrata strukturên hêz û kesayetiya ku ji aliyê bavê xwe ve hetine xwedîkirin jî ew ji dilsoziya bavê xwe bêpar dimîne û rastê nerazîbûnên li dijî desthilatdariya xwe dimîne. Di encama vê yekê de gelek endamên Cerdevaniya Kevin îstifa kirin an jî hatin paqijkirin û dorhêla hundurîn a siyasî bi kesên dilsoz ên eşîrên elewî hatine guhertin. Bernameyên lîberalîzekirina aborî yên destpêkê yên Esed newekheviya heyî ya li welat xirabtir dike û hêza civakî-siyasî ya elîta Şamê ya dilsozên malbata Esed navendî dike nifûsa gundewarên Sûriyê, çînên karkerên bajaran, karsaz, pîşesazî û girseyên ji kelehên baasê yên berê yên kevneşopî ji rejimê têne dûrxistin. Şoreşa Sedar a li Libnanê ku di sibata sala 2005an de pêk hatiye ku bi kuştina serokwezîrê Libnanê Rafîk Herîrî dest pê dike, Esed neçar dike ku dagîrkeriya Sûriyeyê ya li Libnanê bi dawî bike.
Akademîsyen û vekoleran serokatiya Esed wek dîktatoriyeke pir kesayetî binav kirine ku Sûriyê wekê dewleteke polîsî ya totalîter birêve birire û bi gelek binpêkirinên mafên mirovan û zordestiyeke tund hatiye destnîşankirin. Beşar Esed di dema ku hikûmeta xwe de xwe wekê kesekî laîk binav kiriye ku zanyarên siyasî û çavdêrên cuda diyar kirine ku rêjîma wî aloziyên mezhebî li welat bikar tîne.
Piştî tepeser kirina pasdarên Bihara Erebî di dema bûyerên şoreşa Sûriyê de ku dibe sedema şerê navxweyî yê Sûriyê, di sala 2011an de Amerîka, Yekîtiya Ewropayê û piraniya Komkara Erebî daxwaz ji Esed kirine ku dest ji kar berde. Di Şerê navxweyî ya Suriyê de nêzîkî 580.000 kes jiyana ji dest dane ku ji wan herî kêm 306.000 kesên sivîl in.[4]
Di mijdara sala 2024an de çekdarên HTŞê bi mebesta bidawî kirina rejîma Beşar Esed ber bi Heleb û Şamê ve dest bi êrîşan dikin.[5] Di 7ê kanûna sala 2024an de bi berfirehî hatiye ragihandine ku rejîma Esed hilweşiyaye û Esed ji welat derketiye. Şam di 8ê kanûna paşîn a sala 2024an de dikeve destê şervanên opozisyona Suriyeyê.[6]
Hafiz Esed, zewiciye û navê jina wî Esma Esed e. Heta niha sê zarokên wan hene.
Serhildana gelê Sûriyê li dijî rejîma wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2011ê de li Sûriyê serhildana li dijî rejîma Beşar Esed dest pê kir û heta îro şerê navxweyî yê Sûriyê berdewam e. Di vî şerî de bi hezaran sivîl bi destê rejîmê hatine kuştin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "HTŞê 22 gund kontrol kirin". Hawar.
- ^ "SOHR: HTŞ ber bi Humisê ve diçe". Hawar.
- ^ ""ICG Middle East Report: Syria Under Bashar"" (PDF).
- ^ "Civilian Death Toll | Syrian Network for Human Rights". web.archive.org. 5 adar 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 adar 2022. Roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ ""The leader of Syria's rebels told The Times that their aim is to oust al-Assad"".
- ^ ""Syrian rebels topple President Assad, prime minister calls for free elections"".