Bedel Boselî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Bedel Boselî
Bedel Boseli
Bedel Boselî, li Pêşengeha Pirtûkan a Hewlêrê
Navê rastî Bedel Encu
Pîşe Nivîskar, Dijital Medya, Dîplomasiya Dijital, Rojnamevan, SEO, Webmaster, Dublaj, Radyo, Mamosta, Radyoloji, Bijîşkiya Nukleer
Zayîn 25 Adar 1980
Bêjih, Qilaban, Şirnex
Netewe Kurd
Hevwelatî Tirkiye
Esil  Kurd, kildanî
Zimanê nivîsê Kurdî (kurmancî û soranî), tirkî, îngilîzî
Malper https://ku.bedelboseli.com
Berhemên navdar

Pirtûka Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê

biguherîneBelge

Bedel Boselî (fermî: Bedel Encu, z. 25 adar 1980, Bêjih, Qilaban, Şirnex, Bakurê Kurdistanê) pisporê medyaya dijîtal û dîplomasiya dijîtal e. Nivîskar û rojnamevanê kurd e. Pirtûkek bi navê "Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê" weşandiye.[1] Di warên SEO (Search Engine Optimization), webmaster û dublaja kurdî de jî pispor e.[2]

Destpêkê li Zankoya Stembolê Radyolojî û Bijîşkiya Nûkleer bi hev re xwend lê belê êdî vî karî nake.

Jînenîgarî[biguherîne]

Bedel Boselî li gundê Bêjihê ji dayik bûye. Bêjih gundekî li navçeya Qilaban, ser bi Şirnexê ve ye. Piştî dibistana seretayî li gundê xwe xwend, ji bo xwendina navendî çû Qilaban. Ji bo xwendina amadehiyê sala 1995ê çû Stembolê.

Malbata wî ji gundê Bosel ê ser bi Zaxo ve, hatiye Bêjihê. Bosel, li serdema rejîma Be's a Sedam Huseynî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye wêrankirin. Xelkê gundê Bêjihê û her wiha malbata Boselî di Şoreşa Îlonê û Şoreşa Gulanê bê navber cih girtiye. Lewma Bosel wekî "Kelha Şehîdan" û "Kelha Egîdan" tê naskirin.[3]

Xwendin[biguherîne]

Boselî li Zankoya Stembolê radyolojî û bijîşkiya nûkleer xwend. Li Zankoya York a Emrîkî zanistên kiryaran (Behavioural Sciences) xwend û teza xwe li ser Diplomasiya Dijîtal amade kir.

Her wiha li Enstîtuya Kurdî ya Stembolê beşdarî dersên zimanê kurdî bû. Ji destê mamostayên mîna Zana Farqînî, Samî Tan, Miraz Ronî û çend pisporên din fêrî mamostatiya zimanê kurdî bû. 8 salan mamostatiya zimanê Kurdî kir; li Stembolê xelk fêrî kurdî kir.

Her wiha li Akademiya Microsoftê li ser teknolojiyên ragihandinê, li akademiya Google jî dijîtal medya xwend. 5 salan jî li gor sîstema medreseyan zinyariyên îslamî xwendiye.

Piştî 1999ê bi berdewamî li ser Dîroka Kurdistanê lêkolîn kirine û gotar weşandin.[4]

Karname[biguherîne]

Bedel Boselî ji 1999ê heya 2011ê li Zankoya Stembolê di beşên Rayolojî û Bijîşkiya Nûkleer de xebitî. Dema Komkujiya Robozkê çêbûye ji karê xwe îstîfa kir.

Di heman demî de mamostatiya zimanê kurdî û dîroka kurdî kir. Di warê dijîtal medyayê de xwe pewrwerde kir.

Ji bo Zarok TV, Waar TV, Badinan Sat, Kurdistan24 û hinek televîzyonên din karê dublaja kurdî û derhêneriya dublajê kir. Senaryoyên filmên dokûmenterî nivîsand.

Di malper, kovar û rojnameyên bi navê Yuksekova Haber, Evro, Zernews û Nûbihar de nivîsar û gotarên wî hatine weşandin.

Ji bo nivîskarên kurd û dezgehên kurdî wekî webmaster gelek malper çêkirine.

Di malpera xwe de li ser ziman, çand û dîroka kurdan lêkolînên xwe yên taybet diweşîne.

Piştî êrişên DAIŞê yên li ser Kurdistanê, bi mebesta şerê psîkolojîk li hember terorîzmê dest bi karê dijital medyayê kir; Malpera Zernews vekir û bi rêvebir.

Pirtûk[biguherîne]

Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê [5][biguherîne]

Pirtûka Bedel Boselî ya bi navê "Çêbûna Gerdûnê û Peydabûna Jiyanê" sala 2013ê ji aliyê Weşanên J % J ve hatiye weşandin.

Ev berhem bi kurdiya kurmancî, tîpên latînî hatiye weşandin. Li gor zanistê, mîtolojîyên kurdistanî û cîhanê, her wiha li gor dinên cûda gerdûn çawa çêbûye, jiyan çawa peyda bûye hatiye nivîsandin.

Mijarên serekî yên li gor zanistê[biguherîne]

  • Gerdûn û ramana Teqîna Mezin (Big Bang).
  • Albert Enstein, Stephen Hawking û çêbûna gerdûnê.
  • Çêbûna Roj û Erdê.
  • Dîroka peydabûn û pêşketina jiyanê.
  • Kaos, Kuantum, Pirtûka Xwedayî (Highs Boson)

Mijarên li gor dîn û mitôlojiyan çêbûna gerdûnê peydabûna jiyanê[biguherîne]

  • Mîtolojî çî ye?
  • Êzdayetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Yarêsanîyetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Elewiyetî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Zerdûştî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Çand, dîn û ramanên Hindistana Mêjîn: Çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê.
  • Zervanîtî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Sûmerî kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Mîtolojiya Yewnanê çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Mîtolojiya Cermenan çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Pueblo kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Qiptî (Misra Mêjîn) kî ne ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Înka kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Çînî kî ne û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Cihû kî ne; baweriya wan çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêjin?
  • Krîstiyanî çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?
  • Îslam çî ye çî ye û ji bo çêbûna gerdûnê û peydabûna jiyanê çi dibêje?

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]